Banga sed hezaran li Newroza Amedê: Aştî û azadî

21-03-2022
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Şahiya Newrozê li Amedê birêve çû
Şahiya Newrozê li Amedê birêve çû
Nîşan Cejna Newrozê Newroza Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pîrozbahî û ahengên Newrozê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiye bi pîrozbahiya mezin ya li Amedê bi dawî hatin.

Li Amedê ku amadekariyeke mezin hatibû kirin careke din bi sedhezaran kes herikîn qada Newrozê. Tevî ku li hemû xalên pişkînînê astengî û gifaşeke zêde jî hebû qada Newrozê bi ala rengîn û cilûbergên netewî hate xemilandin. Di gotarên ku hatin kirin de jî bang li hikumetê hate kirinda careke din vegere proseya 2013an û mitabaqata Dolmabahçeyê careke din têxe meriyetê.

Li Amedê dem dema Newrozê ye û bi deh hezaran kes ji serê sibehê ve ketine rê û cadeyan da careke din li dora agirê Newrozê govendê bigerînin. Fînala pîrozbahiyên li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê dîdariya herî mezin ango bi 'Newroza milyonî' hate kirin.

Welati Selîm Demircan dibêje “Neteweya gelê Kurd, her çar parçeyên Kurdistanê, her çar hizbên me yên sereke bibin yek. Yekîtî û biratî ji bo me hemûyaman lazime. Dijmin Îran, Tirkiye, Iraq û Esed hemû dizanin ku em Kurd nabin yek, ji ber wê yekê guvaşê li ser dikin.

Ji bo pîrozbahiya mezin tedbîrên emnî di asta herî bilind de hatin girtin û ji 5-6 bajarên derdora Amedê jî polîs bo vir hatine veguhestin. Li her çar xalên pişkînînê jî lêgerîn û pişkînîneke berfireh hate kirin û polîsan rê neda ku alayên Kurdistanê, flama û hin cilûbergên kurdî jî têkevin qadê. Gelek kes ji ber cilên li wan paş de hatin vegerandin û dora 300 kesî jî hatin destgîrkirin.

Welatî Aladîn Guler got “Roja ku Tahîr Elçî hat kuştin ev hat dinyayê. Me navê Tahîr mezin kiriye. Ne Tahîrên me, ne Yilmazên me diqedin, ne Demirtaşên me diqedin. Em vana ji bîr nakin. Lê binêre ev cilûbergên bav û kalên me ne. Zarok tazî kirine. Qîza xwişka min tazî kirin, çilûbergên wê jê kirin nehiûtin werin hindir.”

Welatî Kemal Aracan diyar kir “Çar parçeyên Kurdistanê ez ji we teva re dibêjim, em nebin yek, em dê herin yek bi yek.”

Tevî ku heta dawiya bernameyê car caran ragêşî jî di navbera polîs û girseyê de derdiketin, meydana newrozê bi sedhezaran kesî mişt bû. Ji HDPê jî Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan û hejmareke zêde parlementer û siyasetmedarên partî û rêxistinên din amade bûn. Di axaftinên ku hatin kirin de jî girîngî bi yekitiya netewî hate dan. Xelkê ku li qadê amadebû jî her heman daxwaz dubare kirin.

Wealtî Medîne Alakok ragihand “Em doza heqî xwe dikin, em wekheviyê dixwazin, em zilmê naxwazin.”

Ji ber ku rêwresma Newroza Amedê her sal ji bo dewletê û ji bo siyaseta kurdî ya li Bakur weke nîşaneya pêvajoya pêş tê nirxandin, girîngiyeke mezin pê tê dan. Pervîn Bûldan û serkirdeyên din yên HDPyî jî him banga yekitiyê kirin û him jî bang li hikumetê kirin da ji bo komareke demokratîk û biratiya gelan gav bêne avêtin. Pervîn Bûldan di gotara xwe de da zanîn ku ew ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan amade ne. Bûldan amaje pê kir ku ew hîna jî pabendî mitabaqata Dolmabahçeyê û nameya Ocalan in ku di Newroza 2013 an da li vê qadê hatibû xwendin.

Siyasetmedar Ehmet Turk got “Roj bi roj gelê Kurd ji bo paşeroj û azadiyê xebata xwe berdewam dike. Dewlet bi qeyûman û girtina kesên siyasî gelê Kurd bê derfet û bê bihêz bihêle, lê em dizanin gelê Kurd bi îrada xwe ji bo azadiyê dimeşîne.”

Li qada Newrozê jî aheng û coş li asta herî bilindbû. Piştî gotoran merasîma dêwendam bi konsertên dengbêj Kazo, Servet Kocakaya, Azad Bedran, Rojda û Elenor berdewak kir. Bi sedhezaran xelkê ku beşdarî newrozê bibûn, bi govend û coşeke mezin eleqê bi pîrozbahiyê dan. Piştî ku bername qediya jî gel di nava tedbîrên awarte de belav bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst