Li Hewlêrê Kurdên Rojava Newroz pîroz kirin

21-03-2022
RÛDAW
Xelkê Efrînê dixwazin Newrozê li bajarê xwe pîroz bikin
Xelkê Efrînê dixwazin Newrozê li bajarê xwe pîroz bikin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiya Behirkê ya ser bi Hewlêrê ve, hejmareke mezin ya xelkê Rojavayê Kurdistanê roja Newrozê li wî cihî derbas kir, lê piraniya wan dixwazin Newrozê li Efrînê pîroz bikin.

Li nahiya Behirkê ya ser bi Hewlêrê ji hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê hejmareke penaber hatin bav hev û Newroz pîroz kirin.

Hejmareke xelkê Efrînê ku li wir bûn ji peyamnêra me Helebce Sedûr re got ku newroza Kurdistanê gelekî xweş e, lê her nabe weke ya Efrînê.

Welatiyekî din ku ew jî xelkê Efrînê ye ji Belcîka hatiye ji bo ku Newroza xwe li Kurdistanê pîroz bike, dibêje ev 18 sal in wî Efrên nedîtiye û hêviya wî ew e ku rojekê careke din Newroza xwe li Efrîne pîroz bike.

Jineke din ku xelka Serê Kaniyê ye û ji ber çekdaran ji cihê xwe koçber bûye, dibêje cudahiya pîrozkirina Newrozê di navbera başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de zêde tune ye, tenê ferqa cih e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst