Sertaç Bucak: Bê statuyeke siyasî pirsa Kurd çareser nabe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) Sertaç Bucak diyar kir ku qelebalixiya Newroza Amedê nîşan dide ku bêyî Kurdan li Tirkiyê demokrasî pêk nayê û got “Bê azadî, bê aşitî û bê statuyeke siyasî pirsgirêka Kurd çareser nabe.”

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê îro 21ê Adarê 2022yan ahengeke mezin a Newrozê hat sazkirin û bi sed hezaran kes tê de beşdar bûn. Tora Medyayî ya Rûdawê jî bi tîmeke taybet rûmala Newroza Amedê kir.

Serokê Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) Sertaç Bucak beşdarî rûmala taybet a Rûdawê bo şahiya Newrozê bû û Newroza Amedê, diyaloga di navbera hevpeymaniya Kurdistanî de nirxand.

“Divê hemû hêzên Kurdistanî di nav hevpeymaniyê de bin”

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê rê nedan Kurd bi cil û bergên Kurdî beşdarî pîrozbahiya mezin a Newrozê ya li Amedê bibin li ser vê yekê Sertaç Bucak got “Ez bawer im xwestin ku xelkê bitirsînin, lê çare nebû. Wek mînak ez li Êlihê bûm, nêzikê 3-4 keseên ku ala Kurdistanê di destê wan de hebûn, hatin girtin paşê dîsa hatin berdan. Beşeke dewletê dixwaze Newroz bi awayekî aşitiyane derbas nebe.”

Di derbarê berfirehkirina Hevpeymaniya Kurdistanî de Bucak dibêje “Wekî ku navê me jî diyar dike, em koma xebatên îtîfaqa Kurdistanê ne. Diyalogeke xurt e, lê hê ew peyman pêk nehatiye. Eger ew peyman pêk bê, pêwîste hemû hêzên Kurd û Kurdistanî jî di nav vê hevpeymanê de hebin.

Em li ser vê yekê dixebitin û li gel hemû xwişk û birayên xwe, rêxistinên din di pêwendiyande ne, li gel wan niqaş dikin, hevdîtinan çêdikin. Du roj berê jî me li gel PAK, PSK, Tevger û hevalên din hevdîtinek pêk anî û em bi taybet serdana wan dikin. Diyalogên me jî gelek xurt in. Wisa xuyaye eger hevpeymanek pêk bê, em hemû bi hev re pêk bînin.”

“Bê yekîtî em nikarin bigihîjin armancên xwe”

Ji bo pêkanîna hevpeymaniyek bi partiyên din re di derbarê nîzikiya nêrînan de jî Bucak wiha got “Kurd hem dixwazin hevpeymaniyek çê bibe, lê carna kêmasî çê dibin, wê çaxê dîsa însanê me gavek paşde davêjin. Lê ez dibêjim pêwîste siyaseta Kurdan hinek bêtir aktîf bin. Wexta ku mirov bibêje ez yekîtiyê dixwazim û bê yekîtî û bê rêzî em nikarin bigihîjin armancên xwe. Ji bo vê yekê pêwîst e em xwedî sebir bin û gav bi gav ew yekrêziyê pêşve bibin.”

“Miletekî bindest nikare ola xwe jî pêk bîne”

Li ser peyama ku Serokê Partiya Azadiyê Ayetullah Aştî li ser navê tifaqa Kurdistanê pêşkêş kiribû Sertaç Bucak nêrînên xwe bi vî rengî anî ziman “Niha ew peyama ku birêz Ayetullah Aştî piranî dîtina wî bûn lê dîtina wî jî nêzikî me ye. Dibe ku em di hinek tiştan de cuda bifikirin ji bo ku programa me cuda ye lê li ser meseleyên yekrêziya Kurdan, bi taybetî Ayetullah mirovekî Îslamî ye û li vê derê sûretê Qurana pîroz pêşkêş kir û xelkê me jî piraniya wan misilman in ji bo wan careke din diyar kir ku miletekî bindest, miletekî kole nikare ola xwe jî baş pêk bîne. Ji bo vê yekê ev peyama wî gelek di cih de bû û li xweşa me jî çû.”

“Bê statuyeke siyasî ew pirsgirêk çareser nabe”

Derbarê qelebelixî û peyama Newroza Amedê de jî Bucak wiha got “Ev qelebalix dibêje bêyî Kurdan li Tirkiyê demokrasî pêk nayê. Ev qelebalix dide xuyakirin ku Kurd azadî û aşitî dixwazin. Bê azadî, bê aşitî û bê statuyeke siyasî ew pirsgirêk çareser nabe.”