Polîsan di pîrozbahiyên Newrozê de cilûbergên Kurdî qedexe kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê rê nedan Kurd bi cil û bergên Kurdî beşdarî pîrozbahiya mezin a Newrozê ya li Amedê bibin. Hunermendê Kurd ê navdar Hozan Kazo li ser qedexeya cilûbergan got “destûr nedan min ez bi cilûbergên xwe yên Kurdî derbas bibin û cilûbergln min ji min kirin. Herwiha Serokê Partiya Azadiyê Ayetullah Aştî jî dibêje “Ji min re gotin cilûbergên te dişibin ên leşkeran ji ber vê yekê qedexe ye em nikarê destûrê bidin te.”

Îro 21ê Adarê li Ameda Bakurê Kurdistanê bi beşdariya sed hezaran şahiya Newrozê di bin tedbîrên tund ên emnî de destpê kir.

Hunermendê Kurd ê navdar Hozan Kazo û Serokê Partiya Azadiyê Ayetullah Aştî beşdarî rûmala taybet a Rûdawê bo şahiya Newrozê bûn û di derbarê Newroza Amedê de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.

Hunermend Kazo sedema beşdarbûna xwe ya Newroza Amedê wiha anî ziman “Ez gelek deman çûme hemû deverên ku Kurd lê dijîn û min cejna wan pîroz kiriye, lê di jiyana xwe de ev cara yekemîn e ku Amed bûye nesîbê min. Ji ber wê yekê daxwaziya min a herî mezin dîtina coşa mezin a gelê me bû, dawiya emr e, me vê jî dît.”

Di derbarê kêmbûna berhman de Hozan Kazo diyar kir ku hunermendên ku di nav gel de ji bo wan qîmet dihat dayîn astengê li pêşiya wan tên derxistin û rexneyên xwe bi vî awa berdewam kir “ciwanên ku zêde ji hunerê fem nakin û kî xwe zêde bade û bihejîne dibeje qey hunermen de. Her Kurdek dengxweş e lê hunermend nîne û dengbêj jî nîne. Eger derfetê nedin, dawet nekin dê çewa Kazo bihata. Kesê ku di vê dozê de cih negirtiye, ji zarokatiya xwe heta niha êş û elema gelê Kurd neanîne ziman, îro li ser dikê ne lê tiştek naynin ziman.”

Hêzên ewlehiyê rê nedan ku xelk bi cil û bergên Kurdî beşdarî Newroza Amedê bibe. Herwiha Kazo jî da zanîn ku polîsan rê nedane wî jî wek hunermend bi cil û bergên Kurdî beşdar bibe û got “Min jî derbas nekirin. Qemîsê min ê Kurdî ji min stendin, şala pişta min ji min stendin. Şalwar jî dîtin ez dê tazî bimama destûr dan. Van cilên ku ji min stendin birin, ez nikarim êdî paş de werbigrim. Dibêjin ev cil û berg qedexe ne. Min ji wan re got serokkomarê Tirkiyê wexta ku Serok Barzanî dihat, wî bi cilûbergên wî yê Kurdî pêşwazî dikirin. Ji me re gotin ferman hatiye ku destûr nedin.”

Serokê Partiya Azadiyê Ayetullah Aştî ku ew jî yek ji wan bû hêzên ewlehiyê hewl dan rê ji bo wî neyê dayîn ku bi cilûbergên Kurdî beşdarî Newrozê bibe.

Ayetullah Aştî di serbarê astengiya cilûbergên Kurdî de got “Di destpêkê de ji min re gotin cilûbergên te dişibin ên leşkeran ji ber vê yekê qedexe ye em nikarê destûrê bidin te. Min jî ji wan re got ez mela me, cilûbergên me yên meleyan yê gelêrî ne, ma şaşika leşkeran heye.

Polîsekî ji nava wan min nas kir û got seyda ez te nas dikim sebir bike ez dê bi amirê xwe re bi telefonê biaxivim. Rabûn wêneyê min kişandin û ji amirê xwe re şandin, wî polîsî ji hevalên xwe re got taybet ji bo seyda min destûr stendiye û min berdan lê kesekî din bernedan.”

Li ser cilûbergên Kurdî Aştî wiha axivî “Ez her car di peyamên xwe de dibêjim eleqa vana bi dîn re tuneye. Dîn ne ev e. Ji bo ku gelê dîndar bixapînin, dîn ji bo berjewendiyên xwe nijadperestiya xwe îstîsmar dikin. Min ji polîsan re jî got hûn dibêjên em di dinyayê de modelên medeniyetê ne. Serok û serokwezîrê we rêveberên we di medyayê de dibêjin em medeniyetê, edaletê, aşitiyê dibin her derê dinyayê.

Hûn dibêjin em ji bo aşitiyê ketin Sûriyê, ji bo aşitiyê çûne Lîbyayê, hûn dibêjim em ê ji bo hemû dinyayê aşitiyê bînin, lê hûn hê bi cilûbergên mirovan re meşgul dibin, cilûbergên wan qedexe dikin, ka ev çewa diçe ber hev. Wateya wê we ti tiştek ji mirovatiyê fem nekiriye. Hûn hêj ji cilûbergan ditirsin.Ev dibin sedema dijayetî û dijminatiyê. Eger tu destûr nedî cilûbergên min, ez dê çewa ji te hez bikim?”