Ahmet Turk bo Rûdaw: Bila gelê Kurd xwe bo guhertinan amade bike

21-03-2022
RÛDAW
Ahmet Turk beşdarî Newroza Amedê bû û ji Rûdawêre axivî
Ahmet Turk beşdarî Newroza Amedê bû û ji Rûdawêre axivî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ragihand ku pêwista wan bi berxwedana gelê Kurd heye û bila gelê Kurd xwe bo guhertinan amade bike.

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê îro 21ê Adarê 2022yan ahengeke mezin a Newrozê tê sazkirin û bi dehan hezar kes têde beşdar bûn. Tora Medyayî ya Rûdawê jî bi tîmeke taybet rûmala Newroza Amedê kir.

Hevserokê berê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Amedê Ahmet Turk beşdarî Newroza Amedê bû û berî gotara xwe pêşkeş bike ji Rûdawêre axivî.

Ahmet Turk got: “Em dizanin li hemberî gelê Kurd siyaseteke gelek xirab a dewleta Tirk  tê meşandin. Lê em dizanin ev siyaseta wê dê têk biçe. Roj bi roj gelê Kurd ji bo paşeroj û azadiyê xebata xwe berdewam dike. Dewlet bi qeyûman û girtina kesên siyasî gelê Kurd bê derfet û bê bihêz bihêle, lê em dizanin ew îi bikin jî gelê Kurd dê bigihêje armanca xwe.”

Turk banga gelê Kurd kir û got: “Em baş dizainin ev siyaseta ku îro li Tirkiyê tê birêvebirin dê têk biçe. Bila gelê Kurd xwe amade bike dê gelek tişt bêne guhertin. Ji ber vê yekê berxwedana gelê Kurd ji bo me gelek girîng e. Em dizanin û hêvî dikin ku rojên geş û xweş li pêşiya me ne.”

Derbarê egera destpêkirina pêvajoyeke çareserî û desthilatdariya niha ya Tirkiyê de jî Turk got: “Bi rastî ti hêviyeke me ya mezin ji hikûmeta niha nîne. Lê cîhan û her tişt tên guhertin. Tirkiye were guhertin, siyaset were guhertin û desthilatdar jî dê were guhertin. Baweriya me bi têkoşîna gelê Kurd heye. Em niha wek Kurd 30 milyon li Tirkiyê dijîn û em dengê 10 milyon Kurdan werdigirin, ev jî nîşan dide ku dê gelek gelek tişt bên guhertin. Ji ber vê yekê siyasete demokratîk ji bo me gelek girîng e, û dem dema siyaseta demokratîk e. Dem dema dîplomasiyê ye. Em hêvî dikin û em dizanin dê li ser vê rêyê xebat bêne meşandin.”

Siyasetmedarê Kurd herwiha derbarê tendirustiya xwe de jî da zanîn ku niha rewşa wî baş e û got: “Min neştergeriyek derbas kir. Ji cegera min perçeyek jê kirin, girekek tê de bû, lê belav ne bibû. Niha rewşa min baş e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst