Li Bakurê Kurdistanê rêya 1242 gundan hat girtin

21-03-2022
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Gund Berf Zivistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Şirnex, Xarpêt, Sêrt û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê rêya hezar û 242 gundan hat girtin.

Wan

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku ji ber berf û pûkê rêya 318 gundan hatiye girtin. Tîmên şaredariyê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe berdewam dikin.

Mûş

Rêveberê Îdareya Taybet a Bajêrê Mûşê Şeyhmus Yentur jî ragihand, ji ber berfê rêya 199 gundan hatiye girtin. Herwiha li navenda Mûşê jî tîmên şaredariyê dest bi paqijkirina cade û kolanan kirine.

Colemêrg

Rêveberê Îdareya Taybet a Colemêrgê ragihand, ji ber keşûhewaya nerênî rêya 196 gundan hatiye girtin. Tîmên Rêveberiya Îdareya Taybet a Bajêr, ji bo vekirina rêyan bênavber dixebitin.

Bedlîs

Li Bedlîsê jî hefteyekê zêdetir e berf dibare û rêya 248 gundan hatiye girtin û xebatên vekirina rêyan berdewam in. Li navenda bajêr jî tîmên şaredariyê dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin.

Şirnex

Li navçeyên Elkê û Qilabanê yên Şirnexê li navçeyên bilind berfeke zêde bariya û rêya gelek gundan hat girtin.

Ji ber berfê li navenda Şirnexê rêya 13 gundan, li Qilebanê rêya 2 gundan û li navçeya Elkê rêya 12 gundan hat girtin. Li navçeyên ku bilindbûna berfê gihiştiye 45 santîmetreyan, xebatên vekirina rêyan berdewam in.

Li navenda Şirnexê jî, tîmên şaredariyê ji bo paqijkirina cade û kolanan dest bi xebatê kirin.

Xarpêt

Li gor ragihandina Rêveberiya Xizmetên Veguhestinê Rê ya Îdareya Taybet a Xarpêtê, ji ber berfê li navçeya Palûyê rêya 29 gundan, li navçeya Depê rêya 21 gundan, li navçeya Xoxê rêya 12 gundan, li navçeya Qovançiyan rêya 10 gundan û li navçeya Mehdenê rêya 5 gundan hatiye girtin.

Li parêzgeha Xarpêtê ji bo vekirina rêyan xebata tîman berdewam e.

Sêrt

Li parêzgeha Sêrtê, li navçeyên bilind ji berf û pûkê rêya gelek gundan hat girtin ûdi hatûçûnê de pirsgirêk derketin.

Ji ber berfê li navçeya Perwariyê rêya 32 gundan, li navçeya Dihê rêya 15 gundan û li navçeya Xizxêrê jî rêya 7 gundan hat girtin. Tîmên Rêyên Bejahî ya Îdareya Taybet a Sêrtê ji bo vekirina rêyan bênavber dixebitin.

Çewlîg

Ji ber berfê li navenda Çewlîgê rêya 23 gundan, li navçeya Azarpêrt rêya 19 gundan, li navçeya Dara Hênê rêya 22 gundan, li navçeya Kanîreşê rêya 27 gundan, li navçeya Gêxiyê rêya 2 gundan, li navçeya Bongilan rêya 2 gundan û li navçeya Xorxolê rêya 3 gundan hat girtin.

Li navçeya Kanîreşê hefteyeke bênavber berf dibare û li hinek navçeyan bilindbûna berfê gihiştiye 2 metreya. Tîmên Rêveberiya Rêyên Bejahî bo paqijkirina berfê bênavber dixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst