Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Silêmaniyê rênimayên rûbirûbûna koronayê bûye pirsgirêkek mezin li ser ajelên bêxwedî. Niha ji ber qedexeya hat û çûna li nav bajêr sag xwarinê peyda nakin û ji birsa goştên hev dixwin.
Li Herêma Kurdistanê ji 14ê Adarê ve weke tedbîr li dijî metirsiya belavbûna vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19), qedexeya hat û çûna li nav bajaran hate ragihandin. Ji ber qedexeya derketina derve ajelên bêxwedî yên kolanan, xwarinê nikarin ji xwe re peyda bikin û gelek caran birçî dimînin.
Hinek ajaldost û beytar, bi alîkariyên ku berhev dikin ajelên li kolanan têr dikin.
Çalakvan û nivîskar Tiwana Emîn dibêje: “Em îro rastî dîmeneke gelek dijwar hatin. Bir rastî min çavên xwe dît ku cêwrikên sagan ji birça, goştê cêwrikek mirî dixwin. Pirsgirêk ew e ku ruh û hesta alîkariyê li ba me kêm bûye. Me duh bo 300 sag xwarin berhev kir. Mamayên di destê me de gelek kêm bûne û dibe ku heta sibe xilas bibin. Em daxwazê jî hemû kesan dikin ku bibin alîkar bo ajelan. Hemû kes dikarin alîkariya me bikin, li her çi cih bin em dikarin biçin malên wan xwarinê werbigrin. Ev karekî xwebexşî ye. Hêvî dikin ku her kes bibe alîkar.”
Ji ber qedexeya hat û çûnê li Herêma Kurdistanê di nav vê heftaya dawîn de hejmarek sag û pisîk xwarin peyda nekirine û ji birsa telef bûne.
Beytar Tablo Hesen jî got: “Ji ber ew rewşa welatê me rûbirû bûye, piraniya xwaringehan girtine ku hejmarek sag û pisîkan li wan deran ji bermahiyan xwe têr dikirin. Em niha li taxa Şekrekê ne û ji birsa gelek ajel telef bûne. Em daxwazê ji xelkê vê taxên dikin ku destê alîkariyê dirêj bikin.”
Grûpeke xwebexş heta niha xwarin ji bo 350 sag û pisîkan peyda kirine. Li Silêmanê çar ajeldost rojane xwarinê bi ser ajelên di kolanan de bêxwedî mane belav dikin.
Çalakvan Mîran Şîrwan jî diyar dike ku her malbatek ku xwarina ji ber dimîne di qabekê de dane li ber deriye xwe ji bo sag û pisîkan pirs çareser dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse