Li Hewlêrê derketina piştî saet 12ê şevê jî hat qedexekirin

21-03-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Hewlêr Coronavirus Vîrusa Korona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Hewlêrê ragihand, ji ber bi xirabî bikaranîna hêsankariya derketina bo derve ya piştî saet 12ê şevê heta saet 5ê sibê ji aliyê hin kesan, ev biryar hat hilweşandin û êdî rê bi ti kesî nayê dan ku piştî saet 12ê şevê derkeve derve.

Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî di daxuyaniyeke nivîskî de dibêje: “Bi biryara Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi şêwira li gel parêzgehan, ji bo hêsankariya bo hemwelatiyan û dabînkirina hin pêwîstiyan, demjimêr 12ê şev heta 5ê sibê hatibû diyarkirin, daku hemwelatî bikarin bi awayekê sînordar hatinûçûnê bikin, lê belê wisa dixuye ku ev yek ji aliyê hin kesan ve ji bo geşt û seyranan hatiye bikaranîn.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi wê yekê de hatiye kirin, ku şeva bihorî li Hewlêrê hejmarek kes bi sedema rakirina qedexeta hatinûçûnê di wê dema diyarkirî ya şevê de çûne derve, lewma “ji îro pê ve derfet bi ti kesî nayê dan ku piştî saet 12ê şevê hatinûçûnê bike, hem ewên ku ji Hewlêrê derdikevin, hem ewên ku dixwazin vegerin.”

Parêzgarê Hewlêrê dibêje: “Ewên ku vedigerin, rêkarên yasayî li hember wan tên bicihkirin û dê bihêne cezakirin, lewma em daxwaz ji hemû aliyan dikin ku pabendî biryaran bin.”

Têkildarî pêxistina agirê Newrozê li ser Kela Hewlêrê û kombûna hejmarek ji kesan li wê derê jî, parêzgarê Hewlêrê destnîşan kir: “Roja Înê 20 Adara 2020an biryar bû ku bi amadebûna tenê 8 kesan, bi şêweyekê sembolîk agirê Newrozê li ser Kela Hewlêrê bihê hilkirin, lê belê bi sedema xemsariya hejmarek kes û aliyan, ji bilî hejmareke mezin a kanalên ragihandinê, xelkekî din jî li wê derê amade bûn, îro parêzgarê Hewlêrê lîkolîn kiriye û çend kes siza dane.”

Li Herêma Kurdistanê, rêkarên ji bo rûbirûbûna Koronayê hatine tundkirin û qedexeya hatinûçûnê hatiye ragihandin, lê belê beşek ji hemwelatiyan pabendî vê biryarê nabin û îro jî di yekemîn roja cejna Newrozê de, hejmarek ji hemwelatiyan bo geşt û seyranên newrozî ji malên xwe derketin û çûne derve û berovajiyê biryar û rênimayiyên hikûmeta û wezareta tendirustiyê, qelebalixî çê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst