Amed (Rûdaw) – Serokê Platforma Demokratên Kurd Sertaç Bucak ragihand ku eger hikûmeta Tirkiyê pêngavek ber bi aştî û çareseriya pirsa Kurd pêşve were, Kurd jî amade ne û dixwazin ev pirs bi aştî û demokrasiyê were çareserkirin.
Ji bilî welatiyên Bakurê Kurdistanê, serokên partiyên Kurdî jî li Bakurê Kurdistanê di merasîma ahenga Newroza li Amedê de beşdar bûn.
Serokê Platforma Demokratên Kurd Sertaç Bucak di merasîma cejna Newrozê ya Amedê de gotarek pêşkêş kir.
Bucak herwiha piştî pêşkêşkirina gotara xwe, ji Rûdawê re ragihand ku peyama aliyên siyasî yên Kurd ew e ku eger hikûmeta Tirkiyê pêngavekê ber bi aştî û çareseriya pirsa Kurd pêşve were, Kurd jî amade ne û dixwazin pirsa Kurd bi aştî û demokrasiyê were çareserkirin.
Îro her ji destpêka sibehî ve xelkê Amedê ber bi qada pîrozbahiya cejna Newrozê ve ketin rê û bi gotina peyamnêrê Rûdawê yê li Amedê, Maşallah Dekak, heta danê nîvro bi sed hezaran kes li qada Newrozê li hev civiyan.
Ahenga Newrozê ya Amedê, li gor ku hatibû plankirin, di demjimêr 11:00ê berî nîvro de dest pê kir û heta derdora demjimêr 16:00an berdewam kir.
Di Newroza Amedê de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Pervin Buldan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokrtaîk (KCD), Bedran Ozturk, Serokê Giştî yê Platforma Demokratên Kurd (PDK), Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê Partiya Komonîst a Kurdistanê Sînan Çiftyuek, Serokê Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emin Kardaş û herwiha Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê û Hevserokê Şaxê DBPê Garip Kandemir amade bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse