Serok Barzanî li ser bûyera li Mûsilê peyama sersaxiyê belav kir

21-03-2019
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Mûsil Keştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî bi peyamekê, sersaxiya malbatên qurbaniyên bûyera îro ya li Mûsilê xwest, ku li Mûsilê keştiyek li ser çemê Dîcleyê wergeriya û zêdetirî 70 kesan jiyana xwe ji dest dan.

 

Peyama Serok Barzanî bi vî awayî ye:

 

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

 

Bi xemgîniyeke mezin roja pêncşemê 21/03/2019an li bajarê Mûsilê li çemê Dîcleyê keştiyek noqî avê bû û hejmareke mezin ji welatiyan, bûn qurbanî.

 

Ji ber vê bûyera xembar sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî xizmên qurbaniyên vê bûyera dilzîz û niştecihên bajarê Mûsilê dikim. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku sebr û aramî bide xizmên qurbaniyan û hêviya başbûna birîndaran û dîtina windabûyiyan dikim.

 

Mesûd Barzanî

21/03/2019

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst