Li Qeladizê mûşekek kete xwarê

21-03-2019
RÛDAW
Nîşan Qeladizê Mûşek Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Qaymeqamê Navçeya Pişderê Bekir Bayiz ragihand: “Mûşekek li deriyê sînorî yê bajarokê Qeladizê yê ser bi navçeya Pişderê ket xwarê.”

 

Bekir Bayiz ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Îro mûşekeke firokeyên şer li deriyê sînorî yê Qeladizê û li hember fakulteya perwerdeyê ya bajarok ket xwarê, 100 – 150 metre li dûrî cadeya sereke ketiye, lê neteqiyaye.”

 

Qaymeqamê Navçeya Pişderê Bekir Bayiz amaje bi wê yekê kir ku mûşek a firokeyeke şer e û nayê zanîn mûşeka kê ye, hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kirine.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst