Li Qamişlo pîrozbahiyên Newrozê bi coş bûn

21-03-2017
RÛDAW
Qamişlo
Qamişlo
Nîşan Qamişl Newroz ENKS
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Tevî biryara qedexekirina ahengên bê destûr, li bajarê Qamişlo partiyên ser bi ENKSê bi awayekî girseyî û bi beşdariya koma Narîn, Newroz pîroz kir.

 

 

Li rohilatê Qamişlo bi serperiştiya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S), Cejna Newrozê bi beşdariya Koma Narîn a dîlan û stranên kurdî û bi amadebûna hejmareke mezin ji xelkê deverê, hate pîrozkirin.

 

Ev aheng di demekê de ye, ku Fermandariya Asayişê li Rojavayê Kurdistanê biryar dabû, ku nabe tu çalakî û aheng bê standina destûrê bêne sazkirin.

 

Serkirdeya PDK-Sê Nafia Ebdullah dibêje ku tevî ofîsên wan hatin girtin û şewitandin, ahengên Newrozê hatin qedexekirin lê ew her dê cejna Newrozê vejînin û di kar û xebata xwede bedewam bin.

 

Endamekî Koma narîn ku ji sala 1981an ve hatiye damezrandin, dibêje ew rastî gelek astangiyan tên lê tevî vê yekê ew ê di bi berdewamî dîlan û stranên xwe di her cejneke Newrozê de pêşkeş bikin.

 

Zarok jin û mêr bi sedan kesan berê xwe dan cihê ahenga Newrozê. Jin û keçên başdar tekez kirin ku ew dixwazin gelê kurd li hemberî dijminan yekdest be.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst