HEWLÊR – Balyoz û dîplomatên welatan beşdarî rêwresmeke taybet dibin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hewlêrê ji bo balyoz û dîplomatên welatan rêwresmeke taybet hatiye sazkirin û li pêşiya Hotêl Xanzadê koneke reş hatiye vedan.

 

Li pêşiya Hotêl Xanzad a Hewlêrê rêwresmeke taybet ji bo cejna Newrozê hatiye sazkirin. Ev rêwresm taybet e ji bo konzolxane, balyoz û nûnerên welatan ên li Hewlêr û Bexdayê.

 

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ragihand, hinek ji wan diplomat û nûnerên welatan beriya niha jî li Hewlêrê beşdarî rêwresmên Newrozê bûne.

 

Peyamnêrê me da zanîn, ku dê rêwresma taybet de çend çalakiyên hunerî birêve biçin. Herwiha dê diplomat di kona reş a kurdî de xwarinên Newrozê tam bikin û beşdarî vekirina tabloyên hunerî bibin.

 

Tîma mîllî ya govenda kurdî jî dê bi dehol û zirne û govendan pêşwaziya mêvanan bike.