Vîdyo - Li Bitlîsê zivistan paşde vegeriya!
Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber barîna berfê, rêya 50 gundên bajarê Bitlîsê yê Bakurê Kurdistanê hat girtin.
Li herêma Bitlîsê ya Bakurê Kurdistanê zivistan dîsa vegeriya. Ji şeva borî de berfek giran li wê deverê dibare ji ber wê jî rêya 50 gundan hat girtin û bandor li ser jiyana welatiyan kir.
Tîmên vekirina rê dest bi paqijkirina berfê kirine û polîsên trafîkê jî bang li şofêran dikin zincîran girêbidin.
Tê gotin ku qalindaiya berfê li nav bajarê Bitlîsê 20 santim û li cihên bilind jî 40 santim e.