Rûdawê, Newroz pîroz kir lê Ferhad Hemo ji bîr nekir!

21-03-2016
RÛDAW
A+ A-


Hewlêr (Rûdaw) – Rûdawê bi helkefta Newrozê peyamek belav kir û ragihand, di sala nû de dê karên Rûdawê zêdetir pêş bikevin. Rûdawê her wiha peyamnêrê xwe Ferhad Hemo jî ji bîr nekir.

Rûdawê Newroz û sersala kurdî li tevahiya temaşevan, guhdêr û xwendekarên xwe pîroz kir. Peyama Rûdawê ya Newrozê ev e:

Bi helkefta cejna Newrozê û sersala kurdî, em cejna hemû temaşevan, guhdêr û xwendekarên xwe pîroz dikin, her wiha em Newroza hemû gelê kurd pîroz dikin û hêvîdar in li seranserê Kurdistanê aştî û pêşketin pêk were.

Rûdawê di heyama sala borî de rolek bêhevrik di rûmalkirina bûyerên Kurdistanê û bûyerên girîng ên cîhanê de lîst. Di encamê de Rûdaw di warê medyayê de bû nav û birandek mezin ji bo Kurdistanê.

Rûdaw niha jî tevlî Kongreya Medyaya Cîhanê bûye ku bi beşdarbûna 350 delege û nûnerên medyaya 100 welatên cîhanê li Doheya paytexta Qeterê didome. Rûdaw dê îsal navê Kurdistanê di gellek festîvalan de jî bide gotin.

Rûdawê sala borî zêdetirî 600 raportên xwe bi  rêya saziya ENEXê re gihand 54 televîzyonên mezin ên cîhanê û sedan milyon temaşevan. Rûdaw bûye çavkaniya nûçeyên gellek saziyên Kurdistanî û Rojhilata Navîn.  




Ferhad Hemo

Em dîsa cejna her kesî pîroz dikin û hêviya me ew e gelê me vê cejanê bi kêf û xweşî pîroz bike. Lê em bi xemgînî peyamnêrê xwe Ferhad Hemo bi bîr tînin ku ji sala 2014 ve ji aliyê DAIŞê ve hatiye girtin. Em hêvîdar in Newroza din ew jî di nav me de be. Em dîsa daxwaza azadkirina wî dikin.


Tora Medyayî ya Rûdawê

21/3/2016

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst