Li Bane teqîn: Du xortên kurd hatin kuştin

Sine (Rûdaw) – Di encama teqînekê de li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê du xortên kurd hatin kuştin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, îro danê êvarê li taxa Golşehrê ya bajarê Bane, motorsîklêta ku du xort lê siwar bibûn, ji nişka ve agir girt.

Ji ber agirgirtinê teqemenî û barûta ku wan xortan ji bo Newrozê kirrîbûn, teqiya û di bûyerê de her du xort hatin kuştin.