218 malbatên Tirk ên Ahiskayî li Xelatê hatin bicihkirin: 'Armanc guhertina demografiyê ye'

21-02-2024
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Xelat Bedlîs Tirkên Ahiskayê Guherîna Demografiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 218 malbatên Tirk ên Ahiskayê ku pêştir ji Ukraynayê anîbûn Tirkiyeyê li navçeya Xelatê ya Bêdlîsê hatin bicihkirin.

Xelkê herêmê dibêje, "Armanc guhertina demografiyê ye."

2 hezar malbatên Tirkên Ahiskayê berî 2 salan li ser fermana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, ji Ukraynayê anîbûn parêzgeha Xarpêtê û li Navenda Wargeha Demkî hatibûn bicîhkirin.

Ji bo Tirkên Ahiskayê li navçeya Xelatê dest bi avakirina xaniyan hatibû kirin.

Piştî xaniyên wan hatin lêkirin, doh 218 malbatên Tirkên Ahiskayê ku ji 703 kesan pêk tên ji Xarpêtê birin Xelatê û li wê derê hatin bicihkirin.

“Bicihkirina Tirkên Ahiskayê  ya li Xelatê berdewam dike”

Projeya Hikûmeta Tirkiyeyê ya bicihkirina Tirkên Ahiskayê ji salên berê ve berdewam dike.

Sala 2016an jî 72 malbat li ser daxwaza Erdogan ji Ahiskayê anîbûn û li Xelatê hatibûn bicihkirin.

Herwiha 300 malbat jî li navçeya Çiminiyê ya Erzinganê hatibûn bicîhkirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Qeymeqamtiya Xelatê dema pêşwazîkirin û bicîhkirina Tirkên Ahiskayê li Xelatê girtina wêne û vîdeoyan li rojnamevanan qedexe kiriye û rê nedaye kesek dîmenan tomar bike.

“Dixwazin demografiya Xelatê biguherînin”

Welatiyekî ku nexwest navê wî bê eşkerekirin ji Rûdawê re got, “Bi vî awayî dixwazin demografiya Xelatê biguherin û dibêjin Xelat bajarekî kevn ê Tirkan e.

Herwiha dixwazin ji bo guhertina encamên hilbijartinê dengên wan bi kar bînin lê em dizanin Xelat bajarekî Kurdan e û dîrok li holê ye.”

“Dê pêvajo berdewam bike”

Parêzgarê Xarpêtê Omer Toraman di merasîma şandina Tirkên Ahiskayî de axivî û da zanîn ku dê pêvajoya bicihkirina Tirkên Ahiskayê ya li Xelatê berdewam be.

Parêzgarê Xarpêtê Omer Toraman got, “Hûn li warê kevn ê Tirkan li Xelatê bi cih dibin.

Xelat ji bo me gelekî girîng e, xala serekî ye ku Tirkbûn û Misilmanbûna Anadoluyê lê dest pê kiriye.

Navçeyeke pîroz û erdnîgariyeke xweş e. Înşalah hûn dê jiyana xwe ya ji îro pê de li wir derbas bikin.

Piştî van veguhestinan dest pê kir, birêz Serokkomarê me ji bo niştecîkirina hezar malbatan biryarname derxist.

Me destpêkê 218 malbatên xwe bi cih kirin û înşalah ji vir û pê de peyderpey em dê malbatên din jî bi cih bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst