Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî: Çîroka biêş a li pey wê rojê
Hewlêr (Rûdaw) - Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye.
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 17 Çiriya Paşîna 1999an, 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ango “Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî “qebûl kir.
Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî her sal li çar aliyê cîhanê bi çalakiyên cuda cuda tê pîrozkirin.
Çima 21ê Sibatê?
Bangladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakistanê bû. Hema hema hemî Bangladeşî bi Bengalî diaxivin lê dîsa jî zimanê wan ê fermî zimanê Pakistanê, Urdû bû.
Bangladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Wan nerazîbûna xwe bi çalakiyên cuda diyar dikir.
21ê sibata 1952yan, ji bo ku zimanê Bengalî jî bi zimanê Urdû yê Pakistanê bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist.
Polîsan êrişî xwepêşandaran kir û di encamê de 11 kes kuştin lê Bangladeşiyan dev ji têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî berneda.
Ji ber vê yekê Bangladeşî 21ê Sibatê wekî roja “şehîdên ziman” bi bîr tînin.
Hukumeta Pakistanê neçar ma ku 1956an Urdû û Bengalî bi hev re li Pakistanê bike zimanên fermî.
Dema ku UNESCOyê li ser pirsa dîyarkirina rojê di nav lêgerînê de bû, Bangladeşiyan 21ê Sibatê pêşniyar kir.
21ê Sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê dayikê de qonaxeka girîng e. Lewma UNESCOyê ev roj pejirand.
Armancên vê rojê ev in:
- Balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî.
- Bilindkirina têgihiştinan ji bo civakeke pirçandî.
- Bilindkirina toleransan li hemberî mirovên cihêreng.
21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê cara yekem sala 2000an ji bo piştgirîdayîna jiyana pirzimanî û cihêrengiya çandî li seranserê cîhanê hat pîrozkirin.
Li gorî daneyên UNESCOyê, li cîhanê zêdetirî 7 hezar zimanan tên axaftin, 5 hezar ji wan zimanên xwecihî ne.
Tenê 106 ji van zimanan xwedî statuya zimanê fermî ne.
Serê du hefteyan zimanek winda dibe
Li gorî daneyên ku Neteweyên Yekbûyî di derbarê zimanê dayikê de parve kirine, her çiqasî li cîhanê zêdetirî 7 hezaran ziman bên axaftin jî her ji 2 hefteyan carekê zimanek winda dibe.
Bi windabûna ziman re çand û hafizeya civakî ya ku ziman tê de jî winda dibe.
Li gorî Atlasa Zimanên Dinyayê yên Di Xetereyê de ya UNESCOyê, li Tirkiyeyê 18 ziman an zarava hene, 15 ziman an zarava jî di xetereya windabûnê de ne.
Yek ji wan zaravayên ku li ber windabûnê ye jî zaravayê Kirmanckî/Zazakî yê Kurdî ye.
Bi giştî ji aliyê zimanzanan ve gelek caran tê gotin ku tevî hemû qedexe û zextan zimanê Kurdî ji holê ranebe jî ji ber nebûna statuya fermî, dîsa di bin xeterê de ye.
Li gorî atlasa ku bi xebata zêdeyî 30 zimanzanî hatiye çêkirin, belavkirina van zimanan wiha ye:
Zimanên ku di bin metirsiya dijwar de ne: Hertevin (Li gorî nûçeya Ethnologue.com ev zimanê ku bi koka xwe ji Sêrtê ye û yek ji zimanên Aramî yên bakurê rojhilat e lê ji yên din cudatir e, di sala 1999an de ji aliyê hezar kesî ve dihat axaftin) û Yunaniya Kapadokyayê.
Zimanên ku bi awayekî cidî di bin xeterê de ne: Gagaûzî, Suryankî û Ladîno ku ji aliyê Cihûyên Tirkiyeyê ve tê axaftin.
Zimanên ku teqez di bin xeterê de ne: Zimanên Abazî, Hemşînî, Lazî, Yunaniya Pontûs, Gîpsî (di atlasê de tenê Romanî tê dîtin), Suretî ku dişibihe Suryanî (li gorî atlasê li Tirkiyeyê axêver nemane, piraniya axêveran koçber bûne çûnewelatên din) û Ermenî.
Zimanên ku ewlehiya wan ne misoger e: Zimanên Abhazî, Adîgî, Kabar-Çerkesî û Kirmanckî/Zazakî.
Zimanên ku winda bûne: Li gorî atlasê, li Tirkiyeyê sê ziman winda bûne. Zimanê Mlahso yê ku li gundê Mele Heso yê Licê ya Amedê dihat axaftin jî winda bû. Sala 1995an de bi mirina Îbrahîm Hannayê ku ji gund koçî Sûriyeyê kiribû, ev ziman jî winda bû.
Ubîxî jî bi mirina Tevfîk Esenç sala 1992yan winda bû.