Hestiyên 172 qurbaniyên Enfalê li Çemçemalê spartin axê

21-02-2024
RÛDAW
Nîşan Çemçemal Enfal Hestî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Çemçemalê bi merasîmekê hestiyên 172 qurbaniyên Enfalê hatin veşartin.

Li Çemçemalê îro bi Serokkomarê Îraqê Ebduletîf Reşîd, berpirsên Herêma Kurdistanê, konsul, nûnerên welatên biyanî û malbatên qurbaniyan hestiyên 172 qurbaniyên Enfalê hatin veşartin.

Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Zîrek Kemal ragihand di merasîma veşartinê ya li Monomenta Enfalê ya Çemçemalê de ragihand ku erka hemû aliyan e ku birîna malbatên enfalkiriyan derman bike.

Zîrek Kemal diyar kir ku ew li ser navê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çûye û got:

“Em hatine sersaxiyê ji malbatên şehîdan re bixwazin. Divê malbatên engfalkiriyan bi aramî bijîn û xizmeta wan bê kirin.”

Ew hestî Adara 2019an di gorên bi komî yên li parêzgeha Semawayê de hatibûn vedîtin.  

Tevahiya wan hestiyan ên wan kesên ku li devera Çemçemalê ne.

Ew hestî piştî hatin dîtin ji bo karûbarên DNAyê û pişkinîna wan birin Tipa Dadî ya Bexdayê.

Ji ber vê yekê jî anîna hestiyan 5 salan paş ket.

Ew hestî 13ê Kanûna Paşîna 2024an li ser daxwaza Hevjîna Serokkomarê Îraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed ji Tipa Dadî ya Bexdayê vegerandin Herêma Kurdistanê.

Çend caran malbatên qurbaniyên nerazîbûna xwe nîşan dane ku bi gotinan bi sistî vekirina gorên bikomî tê kirin.

Piştî 20 salan ji herifîna rejîma Sedamji  zêdetirî hestiyên 182 hezaran kesan tenê hestiyên 3 hezar û 672 kesan hatine vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst