Koordînatorê Nurdagiyê: Bila hemû xelk %10ê mal û milkê xwe bibexşîne

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku erdhejên nû çê dibin û hêj xelk di bin kavilan de mane, Koordînatorê herêma erdhejê yê navçeya Nûrdagiê û Parêzgarê Şirnexê Osman Bilgin dibêje: “Bila xelk %10ê mal û milkên xwe û karmend û karker jî mûçeyekî xwe bibexşînin.”

Parêzgarê Şirnexê Osman Bilgin, ku piştî erdheja 6ê Sibatê wek koordînatorê navçeya Nûrdagiyê ya parêzgeha Dîlokê hat diyarkirin, derbarê erdhejê de ji rojnamevanan re axivî.

Osman Bilgin dibêje: “Em dê mexdûrên erdhejê mehekê di konan de û 11 mehan jî di konteyneran de vehewînin. Piştre jî dê li xaniyan bên vehewandin. Li vê derê dê nêzîkî 12-13 hezar xanî bên çêkirin. Ev hejmareke zêde ye.”

Bilgin bang li welatiyan kir û got: “Karesata hatiye serê me ne kareseteke asayî ye. Ez ji welatî û xelkê komara Tirkiyê re wiha dibêjim; Em hemû %10ê mal û milkên xwe ji bo vê pêvajoyê bibexşînin. Em hemû bi hev re ji vê pêvajoyê rizgar bibin. Bila hemû karmend mehekê mûçe wernegrin, dê çi bibe? Em birçî namînin. Bila hemû karker mehekê mûçe wernegrin.”

Hinek aliyan nerazîbûn nîşanî gotinên Osman Bilgin dane ku di rewşa zehmet a xelkê de daxwaza bexşînê dike.

Bilgin berî çend rojan jî derbarê amarên erdhejê de got: “Biborin dibe ku em hinekî dereng man, lê rewş ji tişta hûn dizanin xirabtir e. Hejmarên ku tên eşkerekirin, 3,4 qat dibe ku 5 qat zêdetir xirabtir be.”