Neteweyên Yekbûyî alîkariyên tendirustî pêşkêşî nexweşxaneya Cindirêsê kirin

21-02-2023
RÛDAW
 Piştî Cindirêsê şanda Netewên Yekbûyî serdana nexweşxaneya Ezazê jî kir.
Piştî Cindirêsê şanda Netewên Yekbûyî serdana nexweşxaneya Ezazê jî kir.
Nîşan Erdheja Mereşê Cindirês Erdhej Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke hevbeş a ajansên Netewên Yekbûyî bi bi hevahengî li gel tîmên rizgarkirinê seredana Cindirês û Ezazê kirin. Li Cindirêsê alîkariyên pizîşkî ku ji rêxistina tendirustiya cîhanî wergirtibûn, radestî nexweşxaneya wî bajarokî kirin.

Doktorekî nexweşxaneya Cindirêsê dibêje ji destpêka erdhejê ve wan hewl daye hemû birîndaran werbigirin.

Doktorê li Nexweşxaneya el Rifahe li Cindirês Dr.Ehmed Cume dibêje: “Ji destpêka erdhejê ve me hewl da hemû zerardîtiyan werbigirin, ji ber tenê ev nexweşxane li Cindirêsê heye. Me hewl da bi şiyanên xwe yên kêm alîkariya hemûyan bikin. Em hewl didin hemû birîndaran derman bikin û birînan bipêçin.”

Piştre şanda hevbeş a Neteweyên Yekbûyî alîkariyên pizîşkî ku ji Rêxistina Tendirustî ya Cîhanê wergirtine pêşkêşî nexweşxaneya Cindirêsê kirin.  Di demekê de ku tîmên rizgarkirinê li ser karê xwe yê rakirina kavilan berdewam in.

Nişteciyê Cindirêsê Mihemed Ehmed jî got: “Demjimêr 04:17 bû, zarokên min li qata jor razayî bûn, me hest bi erdhejê kir. Piştrast bûm ku qata jor wê bi ser me de bê xwarê, lê min dît zarokên min direvin. Avahiya li bermaber me herifî. Em di bin baran, serma û birûskê de derketin, ekektrîk jî qut bû."

Şanda Neteweyên Yekbûyî serdana nexweşxaneya Ezazê jî kir. Roja Sêşema borî jî Neteweyên Yekbûyî daxwaza komkirina 397 milyon dolaran di 3ê mehan de bo alîkariya zerardîtiyên erdhejê li Sûriyê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst