Davutoglu ji ber Herêma Kurdistanê Çavuşoglu rexne kir

21-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Wezareta Derve ya Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu Ahmet Davutoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî erdhejên ku navenda wan Mereş bû û bandor li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir, zêdetirî 100 dewlet û rêxistinên navneteweyî yan beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûn yan jî alîkarî şandin. Wezareta Derve ya Tirkiyê jî spasiya welatên ku alîkarî şandine kir, lê behsa Herêma Kurdistanê nekiriye û ev yek jî bû sedema nerazîbûnê hinek aliyên siyasî.

Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 ku navendên wan navçeyên Bazacix û Elbistan ên parêzgeha Mereşê bûn, zirareke mezin gihandin 11 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê. Piştî erdhejan ji gelek welatan ekîbên alîkariyê çûn herêmên erdhejê.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji ber ku êdî proseya lêgerîn û rizgarkirina kesên di bin kavilan de mane bidawî bûye û xebatên rakirina paşmahiyên avahiya destpê kirine, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hêdî hêdî vedigerin welatên xwe. Wezareta Derve ya Tirkiyê jî videoyek belav kir û spasiya welatên ku alîkarî şandine kir.

Di videoya xwe de Wezareta Derve ya Tirkiyê ji bo her welatekê bi zimanê wî welatî spasiyên xwe pêşkeş dike.

Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Tendirustî û Navxwe yên Herêma Kurdistanê bû yekemîn tîm ku bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BFC) çû herêmê.

Di vê çarçoveyê de li gel tîmeke alîkariyê ya ji 40 kesan pêk dihat ambulans û pizîşk şandin Tirkiyeyê û piştre jî tîmeke rizgarkirinê ya ji 200 kesî, 30 ambûlans, 45 bijîşk, karwaneke alîkariyê ya ji 40 wesayîtan û zêdeyî sed makîneyên giran şandin bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo mexdûrên erdhejê yên li li hemû bajaran kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi xwe serdana devera erdhejê kir û di çadirên wan de bi mexdûrên erdhejê re civiya.

Lê tevî van jî Herêma Kurdistanê di videoya spasiya Wezareta Derve ya Tirkiyê de cih negirt.

“Çima we birayên me yên Kurd tine hesibandin?”

Ev helwesta Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji aliyê gelek siyasetmedar û kesên navdar ve hat rexnekirin. Yek ji wan serokwezîrê berê û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu bû.

Ahmet Davutoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê dipirse “Çima we birayên me yên Kurd tine hesibandin?” û bi Kurdî dibêje “spas”û destxweşiaya xwe pêşkeş dike.

Davutoglu dibêje: “Dema we bi zimanên tîmên ku ji bo alîkariyê hatine spasiya wan kiriye, çima birayên me yên Kurd tine hesibandin? Werin em jî spasiya xuşk û birayên xwe yên Kurd ên ku ji aliyê Wezîrê Derve ve hatine paşguhkirin, bi Kurdî bikin: Spas.”

 “Tişta deshilatdariya nijadperestî kiriye cihêkarî ye”

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya jî nerazîbûn nîşanî wê helwesta Wezareta Derve ya li hemberî alîkariyên ji Herêma Kurdistanê da û got: “Em hemû gelek spasdarê hemû gelên cîhanê ne ku di demeke dijwar û bi êş de em tenê nehiştin. Di demeke wiha de em li ser navê welatê xwe ji cihêkariya desthilatdariya nîjadperest kiriye şerm dikin. Bi xêr hatîn @BarzaniCF Spas  #Kurdistan  @BarzaniCF Spas  #Kurdistan  سوپاس زۆر”.

Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê Aydin Altaç di peyama xwe ya bi Kurdî û Tirkî de dibêje: “Her çiqas hun hikûmeta Herema Kurdistana Iraqê wek dost nabînin jî, ew em in, em ew in birêz Çavuşoglu.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst