Li Semsûrê 11 rojnamevan di erdhejê de mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Semsûrê Zekî Dişkaya ragihand ku di erdhejên navend Mereş de 11 rojnamevanên li bajêr canê xwe ji dest dan û gelek rojnamevan jî ji bajêr çûn.

Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Semsûrê Zekî Dişkaya diyar kir, di erdhejên navend Mereş de bajêr bi temamî wêran bûye.

Zekî Dişkaya destnîşan kir ku li Semsûrê 11 rojnamevan  di bin kavilan de man û canê xwe ji dest dan.

Rojnamevanên li Semsûrê kar dikirn weke Burak Alkuş, Hidayet Ozdemir, Îskender Korkut, Kemal Oner, Muhammed Akan, Ruhi Akan, Yunus Emre Dogan, Bariş Can Tabakçi, Zubeyr Pektaş, Îsmail Hakki Koçak û Fatih Bayin di bin kavilên erdhejê de canê xwe ji dest dan.

Dişkaya dibêje: “Me hevalên xwe defin kirin, tevahiya rojnamevanên me yên xwecihî jî berbelav bûne, herkes bi aliyekî de çûye da ku zarokên xwe, malbata xwe biparêze. Li Semsûrê dengê medya herêmî hat birîn, medya herêmî bêdeng bû. Hevalên me yên mirin her yek jê bîranîneke wan a cuda li cem me heye. Bawer bin em hêj li ser hemdê xwe nînin. Xwedê êşeke wiha neyne serê kesî."