Erdogan: Li Dîlokê zêdeyî 16 hezar avahî an hilweşiyane an jî divê bilez bên hilweşandin

21-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Recep Tayyîp Erdogan Dîlok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand ku li seranserê parêzgeha Dîlokê karûbarên destnîşankirina zerer û ziyanan li  243 hezar avahiyan bi dawî hatine û 16 hezar û 211 ji wan an hilweşiyane, an zererek giran gihiştiye wan an jî divê bilez bên hilweşandin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Sêşemê 21ê Sibata 2023an serdana parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê kir ku erdheja 6ê vê mehê zerereke zêde gihandiye wê û  di civîneke çapemeniyê ya li navçeya Nurdax a wê parêzgehê de  derbarê zerer û ziyanên erdhejê de axivî.

Erdogan diyar kir ku karûbarên destnîşankirina zerer û ziyanên erdhejê li derdora 243 hezar avahiyên ku  ji 880 hezar yekeyên niştecihbûnê pêktên bi dawî bûne û got: “Li gor vê yekê 16 hezar û 211 avahiyên ku ji 37 hezar û 645 yekeyên niştecihbûnê pêktên  an hilweşiyane, an zererek giran gihiştiye wan an jî divê bilez bên hilweşandin.”

Recep Tayîp Erdogan herwiha ragihand  li navçeya Nurdaxê jî 5 hezar û 549 avahiyên ku ji 13 hezar û 463 yekeyên niştecihbûnê pêktên êdî  bi kêrî jiyankirinê nayên û zererek giran gihiştiye wan.

Serokkomarê Tirkiyê got: “Me ji ji Dîlokê 87 hezar welatiyên me bo bajarên din veguhastine. Me li bajarê xwe bo 100 hezar kesan di çadiran de û bo 4 hezar 500 kesan jî di konteryniran de cihê mayînê amade kirine.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Erdogan amaje bi karûbarên ji nû ve avakirina ew avahiyên ku di erdhejê de hilweşiyane jî da û got: “Di nava meha pêşiya me de 18 hezar û 544 ji wan li Dîlokê  em dê kevirê bingehîn ê avakjirina 200 hezar yekeyên niştecihbûnê daynin. Em dê 9 hezar û 130 xaniyan li gundên Dîlokê bi bexçe û axurên wan ve radestî mexdûrên erdhejê bikin.”

6ê Sibata 2023an 2 erdhejên bi hêzên 7.7 û 7.6 ku navenda wan li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bû li Dîlok, Riha, Amed, Edene, Semsûr, Osmaniye, Hatay, Kîlîs,Meletî û  Xarpêtê jî bûn sedema zerereke zêde ya canî û maddî û hilweşîna bi sed hezaran xanî û avahiyan.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) roja Sêşemî 21ê Sibata 2023an di daxuyanike xwe de ragihand bi giştî hejmara kesên ku di erdhehê li wan 11 parêzgehan cane xwe ji dest dane gihiştiye 42 hezar û 310 kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst