Ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo 'zimanê dayikê' 2 fermanên girîng

21-02-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Zimanê Dayikê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo fêrbûna zimanê Kurdî ya biyaniyên ku li Herêma Kurdistanê dijîn û berbelavkirina zimanê Kurdî li hemû dam û dezgehên taybet 2 biryar derxistin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana bi helkefta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê du biryar derxist. Yek ji wan welatiyên biyanî yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn e û dê bernameyeke guncaw a fêrbûna zimanê Kurdî ji bo wan bê amadekirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand Serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê 21 Sibatê bi helkefta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi sernava “Giringîpêdayîna Zimanê Kurdî”du biryar derxistin.

Di biryara yekem de dibêje “Ji bo ku girîngî bidin zimanê Kurdî wek zimanê dayikê, Me biryar da ku Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî û Wezareta Perwerdeyê bi hemahengî li gel Akademiya Kurdî, pispor û şarezayên vî warî rabigihînin ku bernameyeke guncaw ji bo fêrbûna zimanê Kurdî ji bo welatiyên biyanî yên ku li Herêma Kurdistanê dimînin amade bikin.”

Di biryarnameya duyemîn de ku ji bo girîngiya zimanê kurdî ji hemû wezaretan re hatiye şandin, wiha tê gotin: “Li ser bingeha yasaya zimanên fermî li Herêma Kurdistanê/Iraq jimare (6) ya sala 2014an, ji bo parastina zimanê kurdî wek zimanê serekî li Herêma Kurdistanê, tedbîrên pêwîst ji bo nivîsandina tabelayên bi kurdî li hemû sazî û dezgehên hikûmî û nehikûmî, ofîs, nûneratî û konsulxaneyên welatan, rêxistinên biyanî, şirket û dezgehên sektora taybet ên li jor bên girtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst