Dayikeke Kurd li ser kavilên ku 2 keçên wê di bin de canê xwe ji dest dane dike hawar

21-02-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Erdhej Mereş Kurdên Elewî
A+ A-

Mereş (Rûdaw) - Li devrûberê Mereşê hejmareke zêde ya gundên Kurdên Elewî hene û beşek zêde ya wan gundan wêran bûne. Li gundêki Elewiyan ê Mereşê pîrejineke Kurd 2 keçên xwe ji dest dane û li ser kavilan digere û hawar dike keçên xwe.

Navê wê jina Kurd a 80 salî Donê ye, li ser kavil rûniştiye ku du keçên xwe di bin de ji dest dane, li ser herdu ezîzên xwe dike hawar û dibeje Gulê, Eyşê.

Donê Parlaksu got “Xanî û her tişt çû ez çi bikim kurê min, kurê min belayeke me dît em li benda biharê bûn keyfa me xweş bû me got bihar tê lê ev kareset bi ser me de hat. Keçikên min neman neman, aliyek wisa çû aliyek wiha çû, em mane li pûk û sermayê.”

Li gundê Çixlî dikeve ser navenda Mereşê yek ji gundê herî zêde xesar dîtiye û bi gotina gundiyan xeta erdhejê di din gundê wan re derbas dibe.

Xelkê gundê Çixliyê Alî Renklîgoz “Xeta fayê (xeta erdhejê) din bin gundê me re li Çîxili de derbas dibe, rewşa me li meydanê ye em li derve mane em rezîl bûne me cenazeyên xwe derxistin lê her tişt wêran bû”

Gundê Çixli 40 kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane yên mayî jî li aliyeki şîn û tazî ne li aliyeki şerê man û nemanê dikin,

Cennet Renklîgoz “Jina birayê min mir, keça wê mir, jina birayê min yê din mir, ez kijanê bêjim ez qurban, zarokên me hemu mirin em li çolê man.”

Çixli yek ji gundên mezin yên Kurdên Elewi ne û 20 km dûrî navenda bajarê Mereşê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst