Rêvebera SESê Eroglu: Li herêmên erdhejê nexweşî belav dibin

21-02-2023
Kerîm Şewqî
Rêvebera Navenda Sereke ya Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) Eylem Kaya Eroglu
Rêvebera Navenda Sereke ya Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) Eylem Kaya Eroglu
Nîşan Erdhej Erdheja Mereşê Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) Eylem Kaya Eroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li hin bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ku erdhejê lêdaye amadekariyên rûbirûbûna kolêrayê tê kirin. Rêvebera Navenda Sereke ya Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) Eylem Kaya Eroglu ku serdana navçeyên erdhejê kiriye, ji tora medyayî ya Rûdawê re got, ku amadekariyên bo rûbirûbûna kolêrayê tên kirin, wan li hin cihan dîtine ku bît û rişk ketine serê wan kesên di kampan de mane.

Rêvebera SESê eşkere dike ku di nava kampan de jinên nexweş hene ku gelek îltihabatên wan hene û nikarin nexweşiya xwe bînin ziman , ew di rewşeke xerab de ne , herweha dibêje ku di nava kampan de pêdivî bi ava paqij û maddeyên paqijiyê hene. 

Rêvebera Navenda Sereke ya  SESê got ku dermanên pêwîst li kampan hene lê di dabînkirina pizîşkan de kêmasî heye , ji ber ku di şert û mercên normal de jî li Tirkiyê ev pirsgirêk heye ,  lê gelek kes hene ku bi xwebexiş di nava kampan û nexweşxaneyan de kar dikin, eger mohletê jî nedin wan mohleta xwe ya salane bikar tînin û xizmeta wan deveran dikin ku erdhejê lêdaye.

Eylem Kaya Eroglu got gelek kesn hene ku nivîşkanin, nexweşiyên demdirêj hene yan hin nexweşiyên taybet hene ku divê berdewam çavdêriya wan bê kirin lê niha ew di rewşeke xerab dene .

Herweha dibêje ku wan pişkinîn bo wan kesan kirine ku bizanin rişk ketine serê wan , gorî bûne yan zikçûn heye yan ne, ku li hin navçeyan ew nexweşî hatine dîtin.  herwha çavdêriya jinên du can û zarokan jî kirien û rewşa wan ne başe  pêdivî bi çareseriyên lezgîn hene.

SES dibêje li navendên bajaran derman kêm jî bin tên dabînkirin lê pirsgirêka serke li gundan e ku derman naghêjin wan, ji ber ku li gundan gelek wêranî heye û riyên gihêştina bi gundan ji ber erdhejê ziyan dîtine.

SES herweha raporekê derbarê rewşa wan kesan amade dike ku di erdhejê de dayîk û bavê xwe wenda kirine , yan nivîşkan bûne û pêdiviya wan bi çavdêriyê heye. 

Herweha haydariyê dide ku eger Hemam, Tualêt û maddeyên paqijiyê neyên dabînkirin, dê nexweşiyên veguhêz li herêmê belav bibin.

Di nava kampên çadiran de metirsiya herî zêde ya belavbûna nexweşiyan heye û maddeyên paqijiyê nînin û hewlên ku têne dan bê serûber in û kêrî bikaranînê nayên.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst