Pisporê ziman Derbas Mistefa: Nivîsîna Badînî bûye Gêlma Gavanî

21-02-2023
Kerîm Şewqî
Nivîskar û pisporê ziman, Derbas Mistefa
Nivîskar û pisporê ziman, Derbas Mistefa
Nîşan Zimanê Kurdî Kurdî Gêlma Gavanî Derbas Mistefa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporekî ziman rexneyan ji nivîsîna pirtûkên Badînî digire û dibêje, gelek şaşîtiyên nivîsînê têde hene û bûye Gêlma Gavanî.   

Derbas Mistefa Nivîskar û pisporê zimanê Kurdî di dema beşdrîkirin di bultena demjimêr 13:00 a Rûdaw TV de ku ji aliyê Şehyan Tehsîn ve tê pêşkêşkirin, rexneyan ji awayê nivîsîna Badînî digire û dibêje bûye “Gêlma Gavanî” û pirtûkên Wezareta Perwerdeyê gelek bi xerab hatine nivîsandin, pirtûkên berî sala 2020ê baştir bûn. 

Derbas Mihemed dibêje ku ravekirina gelek gotinan bi şaştî hatiye kirin,  ew mînakê bi bêjeya “Cêhgir” tîne ku di pola 12 de heye dibêje bi şaşî hatiye şirovekirin. Dibêje ne tenê ev bi dehan gotinên din hene ku bi şaş hatine. 

Derbas Mistefa dibêje pirtûk ji aliyên kesên pisporên ziman nehatine nivîsîn, pêwîste piştî danîna mijarên zanistî ji aliyê çavdêr ”Mûşrifên” taybet, kesên zimanzan pêdaçûnê bi dariştna wan de bikin.

Derbas Mistefa dibêje, pêwîste pirtûk bi sadeyî bêne nivîsîn ku xwendekar baş bizanin û fêr bibin. 

Rexneyeke din ku ev pisporê ziman digre dibêje ji pola yek heta 11ê bineretî rêzman û xwendin bi Badînî ye lê pola 12ê dibe Soranî ku ew yek bandorê li asta fêrbûna xwendekaran dike û xedir li wan xendekaran tê kirin.  Ew pispor daxwazê ji hikûmetê dike ku komîteyeke taybet ya pisporan ava bike ku vavartinê bo wan pirtûkan bike û wan sererast bikin. 

Tevî wan rexneyan  Derbas Mistefa e piştevaniya danîna zimanê yekgirtî yê Kurdî dike dibêje pêwîste her kesê Behdînî zaraveyê Soranî bi başî bizane û  têkelkirina ziman bi awayê zanistiyane be, nabe ku di mijarekê de risteyeke Badînî û yek Soranî be , ew şaşe û divê li ser bingeha zanistî ziman bê têkelkirin. 

Herweha dibêje, niha derfet heye ku xelkê Behdînan bi Behdînî bixwînin û binivîsin û eger hevberkirinek di navbera berhemên salên 70 û 80yî  li gel berhemên salên 2000ê bê kirin asta ziman û zanista Kurdî pêşketiye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst