Komeleya Ehmedê Xanî: Zimanê xwe veguhêzînin nifşên nû

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê bi helkefta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê ragihand ku divê Kurd xema zimanê xwe bixwin, ku îro di bin zexteke zêde ya bişaftinê de ye.

Îro Sêşemê 21ê Sibata 2023, Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ye. Bi vê helkeftê, Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê peyamek belav kir.

Daxuyaniya Komeleyê wiha ye:

“Gel û neteweyên ku zimanê xwe bihêz girtine, çand û edebiyata xwe xemilandine û welatên neteweyî ava kirine. Xwedî lê derketina zimanê dayikê erkeke neteweyî ye. Divê her Kurd ji bo serkeftina gelê xwe, bi hişmendiya Ehmedê Xanî li zimanê xwe xwedî derkeve û di malên xwe de bi Kurdî biaxive û dewlemendiya ziman û çanda xwe veguhêzîne nifşên nû. Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî li gelê Kurd û cîhanê pîroz be.”

Neteweyên Yekbûyî (Komîteya UNESCO) di sala 1999an de 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê qebûl kir.

Her sal 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye û hemû gelên cîhanê bi çalakiyên curbecur vê rojê pîroz dikin.

Li cîhanê 6000 ziman hene, lê gelek ji wan di xetereya windabûnê de ne. Piraniya mirovan bi 100 zimanan diaxivin û zimanê Kurdî di rêza 59emîn a cîhanê de ye.

Kurdî pênc zaraveyên xwe yên sereke hene ku her yek ji wan ji çend şêwezaraveyan (devokan) pêk tê:

Zaraveya Goranî: Hewramî, Kendûleyî, Bacelanî

Zaraveya Zazakî: Zazakiya Jorîn (Dêrsim), Zazakiya Navîn (Amed), Zazakiya Jêrîn (Ruha)

Zaraveya Kurmanciya Jorîn: Serhedî, Badînî, Botanî, Rojavayî

Zaraveya Kurmanciya Jêrîn: Kelhorî, Feyî, Kirmaşanî

Zaraveya Kurmanciya Navendî: Soranî, Mukrî, Silêmanî, Germiyanî, Erdelanî