Li Şirnexê wesayîta leşkerî wergeriya: 8 leşker birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopiya ya ser bi parêzgeha Şirnexê li Bakurê Kurdistanê wesayîta leşkerî wergeriya û di encamê de 8 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

Wesayîta leşkerî ya Qereqola Sînorî li Gundê Girêgewreyê li ser sînorê Bakur-Rojavayê Kurdistanê dema ku dewriye digeriya wergeriya.

Di bûyerê de 8 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

Ekîbên tenduristiyê yên hawarçûna bilez birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê veguhestin.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.