8 sazî û komeleyan derbarê rewşa Aysel Tugluk daxwazek hevpar kirin

21-02-2022
RÛDAW
Nîşan HDP Aysel Tugluk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Heşt komele û saziyên jinan û mafên mirovan ên li Bakurê Kurdistanê derbarê rewşa parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk de daxuyaniyek belav kirin û ragihandin: “Di serî de Aysel Tugluk em bang li hemû girtiyên nexweş dikin ku înfaza cezayê xwe ji bo heyama nexweşiya xwe taloq bikin. Di vê pêvajoya ku gihandina xizmetên tendirustiyê tê astengkirin û mafê tenduristî û jiyanê yê girtiyên nexweş bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin, em daxwaz dikin ku Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş demildest serbest bên berdan.”

Komeleya Mafê Mirovan a Amedê Komîsyona Şubeya Jinan, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Komîsyona Mafên LGBTÎ+ Baroya Amedê, Komîsyona Tenduristiyê ya Jinan û Odeya Tebîban a Jinan a Amedê, Meclîsa Jinan a Amedê ya Keskê, Komisyona Jinan a OHD Şubeya Amedê, Komeleya Jinan a Rosayê, Şubeya Amedê ya SHU-DERê û TMMOB Amedê ÎKK jinan derbarê rewşa siyasetvana Kurd Aysel Togluk de ku niha li girtîgehê dinîne, daxuyaniyeke hevpar belav kirin.

Daxuyaniya hevbeş ku balê dikişîne ser rewşa tendirustiyê ya Tugluk ji aliyê Cîgira Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ezgî Sîla Demîr ve hat xwendin.

Daxuyaniya hevbeş a wan komele û saziyan bi vî awayî ye:

“Aysel Tugluk a ku bi salan e bi nasnameya xwe ya jinbûnê û Elewitiyê siyaseta demokratîk dimeşîne, di warê wekheviya zayendî de karên hêja kiriye û parazvanê mafê mirovan e. Di Berfanbara 2016an de di lêpirsineke ku li ser Kongreya Civaka Demokratîk (DTK)yê de hat girtin. Neh meh piştî ku hat girtin diya wê çû li ser dilovaniya xwe bi destûrê tevlî binaxkirina diya xwe bû lê belê êrîşa nijadperset ku li Enqereyê li ser cenazeya diya wê pêk hat li ser derûniya wê pirsgirêkên tendûristiyê pêk anî.

Demekê dirêj e Aysel Tugluk pirsgirêkên tenduristiyê pir micîd dijî li ser vê yekê parezerên wê daxwaza taloqkirina cezayê wê kirin. Li ser vê yekê Heyeta Tipa Edlî ya Zanîngeha Tipê ya Kocaeliyê diyarkiriye nexweşiya Aysel Tugluk mayînde ye û nikare tena serê xwe jiyana xwe bidomîne bi vê sedemê divê cezaya wê were taloqkirin. Lê belê berovajiya vê yekê 3emîn Heyeta Îhtisasê  ya Tîpa Edlî gotiye Aysel Tugluk dikare li girtîgehê jiyana xwe bidomîne. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komara Kocaeliyê rapora Heyeta Îhtisasê ya 3emîn qebûlkiriye û tahliyekirina Aysel Tugluk red kiriye.

Li ser nakokiya di nav her du raporan de Aysel Tugluk di navbera 1-4ê Sibata 2022an de di binçaviya Heyeta Îhtîsasê ya Şopdariyê (ATK) de maye. Tiştên ku raya giştî bendeye ku heyeta îhtîsasê bike ev in Aysel Tugluk jiber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare parastina xwe bike, li girtigehê dikare jiyana xwe bidomîne yan na û li ser pirsgirêkên tenduristiyê yên heyî di rapora ku ATK yê amade kiriye Aysel Tugluk di çarçoveya lêpirsînên Hiqûqî de berpirsiyariyên wê yên cezayên berê hene yan na li ser vê yekê bi hurgulî divê were  sekinadin û raporeke were sazkirin.  Divê li ser rewşa tendûristiya Aysel Tugluk bi hurgulî were vêkolînkirin û li ser vê yekê rapor were amadekirin raya giştî li benda vê yekê bû lê ev yek pêk nehat.

Di rapora Nexweşxaneya pêkanîn û lêkolînê ya zanîgeha Kocaeliyê beşa tipa edlî  di dîroka 12/07/2021 û bi hejmara 2021/974  de ‘’ teşhîsa nexweşiya Demansê lê hatiye dayîn ji bo tedawîkirinê (dozyl ) bikartîne di nexweşiya Demansê de jibîrkirin zêdetîr derdikeve pêş,ev jibîrkirin li ser jiyana rojane çalakiyên di nav civakê û fikîrînê de bandorên neyînî pêk tîne. Ji ber vê yekê alikariya kesê duyemîn pêwîst e. wekî ku di tipê de tê zanîn nexweşiya Demansê mayînde ye û tedawî divê li nexweşxaneyên baş de pêk were li girtigehê tedawiya ku tê  kirin kêm e û ew ê pirsgirek were jiyîn. Jiyana xwe bilî ku kes alikarî bike ew ê nikaribe bimeşîne di mercên girtîgehê de beyî ku kes alikariya wê bike ew ê nikaribe jiyana xwe bidoîne ji ber vê yekê divê cezayê wê were taloqkirin çimkî nikare jiyana xwe li girtîgehê tena serê xwe bidomîne digel ku ev yek hatine diyarkirin jî di biryara Saziya Tîp a Edlî ya Heyeta Îhtîsasê ya Tip a Edlî ya 3emîn di dîroka 03/09/2021 bi hejmara 15686 ‘’ diyarkiriye ku tedawiya wê di demên hewcedariyê de di polîkilinikan de ew ê were kirin û bi van mercan ew ê înfaza wê bidome.

Di navbera rapora Zanîngeha Tipê ya Kocaelî yê dîroka 12/07/2021 bi hejmara 2021/974 û rapora Saziya Tip a Edlî Heyeta Îhtîsasê ya 3emîn diroka 03.09.2021 bi hejmara 15686an de nakokî hene. Ji bo ku ev nakokî ji holê rabin divê ji hêla saziyeke xweser ve rewş were nirxandin, kesê ku pê re dijîn û bi peywirdarên girtîgehê re hevdîtin pêk were heke gengaz be cihê ku lê dijî were şopandin û di dema ku tedawî bibine cihê ku lê tê razandin nûveyên erenî yên nexweşiyê divê werin şopandin.

Bi taybetî divê were diyarkirin ku rapora tip a edlî ji rastiyê dûr e di nav xwe de nakokiyan pêk tîne. Heke rapora ATKê bi hurgulî were vekolinkirin ew ê were dîtîn xwe wekî meqama darizandinê dibine. Ji bilî vê yekê di derheqê rewşa tenduristiya Aysel Tugluk de belgeyeke tibbî jî tune ye û tekîldarê rewşa tibbî li girtîgehê jî rastî qeydeke tendûristiyê nehatiye , cih nedane şahidiyên peywirdarên ku li girtîgehê karên tendûristiyê dikin û peywirdarên îdarî û kesên ku pê  re dimînin. Dîsa di nav heyeta ku raporê amadekirine norolog tune ye ev yek nîşan dide ku rapor kêm e.

Em dixwazin bi bîr bînin ku; mafê jiyanê û mafê tenduristiyê di gelek maewzûatan de cih digire û di xala 17emîn a Makeqanûnê de hatiye diyarkirin ku her kes xwediyê maf e ku bixwaze mafê jiyana wê were parastin di xala 56emîn a Makeqanûnê de jî hatiye diyarkirin mafê her kesî heye ku di qadeke jiyaneke bi tenduristî de bijî. Dîsa ev yek bi qanûnî ‘’di şer de di rewşên darbe û derasayî de jî ew ê nikare were sekinandin û nikare were tunekirin’’ bi van gotinan piroziya jiyanê hatiye dubarekirin. Dîsa bi gotina xala 6/f ya qanûnê di derheqê pêşîlêgirtinên ewlehî û cezayê de di saziyên cezayan de divê hemû mafên girtiyan yên rih û bedene werin parastin. Bi van gotinan mafê tendurîstî û jiyanê dubare hatine parastin.

Mixabin salên dirêj in ATK dijberê rûmeta mirovahiyê, ji zanînê dûr û bi awayekî aligir rapor amade dike. Ev raporê aligir li ser jiyana girtiyên nexweş bandoreke neyînî çêdike û dibe sedema ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest bidin. Em  bangawazî dikin û dibêjin di serî de Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş di dema nexweşiyên wan de înfaza wan were sekinandin û werin berdan . Di vê pêvajoya ku gihiştina mafê tenduristiyê tê astengkirin û mafê jiyan û tenduristiya girtiyan tê binpêkirin em daxwaz dikin ku Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş bi lezgînî werin berdan!”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst