DBP: Divê Destûra Bingehîn daxwazên çandî yên Kurdan misoger bike

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi minasibeta 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê ragihand ku “divê Destûra Bingehîn a Tirkiyê daxwazên çandî yên Kurdan misoger bike”. DBP dibêje, “pêwîst e ku di serî de statuya Kurdan a siyasî, civakî, çandî û aborî bi destûra bingehîn were garantîkirin û bi vê ve girêdayî di kreş, dibistana seretayî, navîn, lîse û li zanîngehan di asta akademik de weke zimanê fermî û herêmî bê qebûlkirin.”

Îro 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê ye û bi vê minasibetê Navenda Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxuyaniyek weşand.

DBP di daxuyaniya xwe de dibêje, “21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve di sala 1999an de hat îlankirin. Ev roj ji bo ku ziman neyên jibîrkirin û piştgirî bidin pirzimanî û cihêrengiya çandî, bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin.”

DBP amaje bi wê yekê dike ku %40 zimanên li cîhanê bi xetera neman û windabûnê re rûbirûbû mane û diyar dike, zimanê Kurdî yek ji wan zimanan e ku di encama siyaseta monîst a dewleta netewe de derketiye holê.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî ji sedî 40’ê zimanên ku li cîhanê tên axaftin talokeya windabûnê li ser wan heye. Ev tabloya ku di encama siyaseta monîst a dewleta netewe de derketiye holê, di heman demê de wêneyê netewe dewletan e ku berpirsiyariyên xwe yên di warê afirandina şert û mercên guncaw de, ên ku ji bo pêşvebirina ziman, ol û çandên cihê ku di peymanên navneteweyî de hatine destnîşankirin, bi cih neanîne. Yek ji zimanên ku para xwe ji van polîtîkayên monîst girtiye zimanê kurdî ye. Ev zihniyeta wesayet û navendîparêz a ku bi Plana Îslahata Rojhilat hewl da tirkî serdest bike bikaranîna kurdî ya  li saziyên fermî, sûk û bazaran, qedexe kir. Ev plan hê jî li kar e.”

Partiya Herêmên Demokratîk dibêje, li Tirkiyê hêj siyaseta înkar û qirkirina çandî berdewam e û dibêje, Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku nûnertiya polîtîkayên înkar û qirkirina çandî ya dewletê ya di 12'ê Îlonê de li Zindana Amedê ya "Tirkî Biaxive, Pir Biaxive" ye, parastina vê pergalê didomîne. TV û dersên hilbijartî yên ku bi têkoşîna bi biryar a gelê Kurd hatin vekirin îro ji bo çareseriyên ji çav re tên danîn.

DBP ji bo çareseriya meseleya zimanê Kurdî li Tirkiyê û pirsgirêka Kurd bi giştî dibêje, “Ji bo çareseriyê pêwîst e ku di serî de statuya Kurdan a siyasî, civakî, çandî û aborî bi destûra bingehîn were garantîkirin û bi vê ve girêdayî di kreş, dibistana seretayî, navîn, lîse û li zanîngehan di asta akademik de weke zimanê fermî û herêmî bê qebûlkirin. Hemû çareseriyên ku bêyî van daxwazan bên bicihanîn, dê palyatîf bin û ji çareseriya koka pirsgirêkê dûr bin û ji gavên berbiçav dernakevin. Her ku têkoşîna hevpar a Kurd û gelên Kurdistanê ji bo bidestxistina van hemû mafan mezin bibe, wê pêşketin jî pêk werin. Gelê Kurd hemû destkeftiyên xwe yên heta niha bi vê têkoşîna civakî bi dest xistiye. Ger ji niha û pê ve ev têkoşîn mezin bibe û pêş bikeve dê ev maf bi dest bikevin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de, DBP bang li gelê Kurdistanê dike û dibêje, “Banga me ji bo hemû gelê me ye. Rêya herî girîng a parastin û pêşxistina ziman û çanda me ew e ku di hemû qadên jiyanê de, ziman û çanda xwe biparêzin û berfireh bikin. Bi vê munasebetê em careke din dibêjin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo garantiya qanûnî ya perwerdeya bi zimanê dayikê bidomînin. Em 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dikin.