Moskow; Civîna Nûnerê Serokê Rûsyayê û Rêveberê Giştî yê Rûdawê

21-02-2022
RÛDAW
Nîşan Rûsya Mikhail Bogdanov Rûdaw Ako Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê li Moskowê li gel Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê wî welatî Mikhail Bogdanov civiya.

Roja Çarşembê 16-2-2022, Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed li avahiya Wezareta Derve ya Rûsyayê li Moskowê ligel Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê wî welatî Mikhail Bogdanov civiya û bi wî re behsa rewşa siyasî û rewşa medyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê, Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de, Bogdanov pesnê karên Tora Medyayî ya Rûdawê dide û herwiha kêfxweşiya xwe nîşan daye ku ofîsa Rûdawê li Moskowê heye û daxwaza berfirehkirina karên wê kiriye.

Bogdanov yek ji kesên nêzîkî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin e û nûnerê taybet ê Kremlînê bo Rojhilata Navîn e. Bogdanov ji ber posta xwe çend caran serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Her di vê civînê de ligel Rêveberê Giştî yê Rûdawê, Nûnerê Taybet ê Putin xwesta xwe nîşan daye ku saziyên peywendîdar ên Rûsyayê peywendiya xwe ligel Rûdawê berfireh bikin.

Rêveberê Giştî yê Rûdawê, Ako Mihemed çend berhem û lêkolînên Navenda Lêkolînan a Rûdawê pêşkêşî Nûnerê Serok Putin kir û ragihand, “Pêşwazîkirina germ a li Rûdawê ji aliyê berpirsên pilebilind ên Rûsyayê di demekê de ye ku ew welat mijûlî aloziyên ligel Ukraynayê ye, ev jî wateyeke vê ya mezin heye û buha û hêza Rûdawê nîşan dide.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst