Li Erzînganê jiyana ajelên kovî hat tomarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê, jiyana ajelên kovî bi kamerayên çavdêriyê hat tomarkirin.

Ji bo tomarkirina jiyana ajelên kovî yên li sînorê parêzgeha Erzînganê, kamerayên çavdêriyê li daristan û navçeyên bejahî bo şopandina ajelan hatibûn bicîhkirin.

Di dîmenan de tê xuyakirin ku, pezkovî û gur li pey xwarinê digerin.

Berpirsên parêzgehê dibêjin, bi rêya kamerayên çavdêriyê rê li ber nêçîra ajelan tê girtin.