DBP: Gelê Kurd û zimanê Kurdî bi berxwedêrî xwe gihand hetanî îro

21-02-2021
RÛDAW
Nîşan 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî DBP Zimanê Kurdî Kurdî Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî daxuyaniyek da dibêje “Li hember hemû zext û polîtîkayên bişavtinê her çiqas gelek ziman û gel ji navê wenda bûbin jî, gelê Kurd û zimanê Kurdî bi berxwedêrî xwe gihand hetanî îro.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ku ji bo cihêwaziya ziman zêde bike û pirzimaniyê teşwîq bike ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1999 an de hatibû îlan kirin wek salên berê dîsa di bin pençika bişavtinê de pêşwazî dikin.

Di tevahiya cîhanê de 2500 ziman ên ku tên axaftin, li ser axa Anatolîa û Mezopotamyayê jî 18 ziman bi tunebûnê rû bi rû ne. Di nav " Atlas a Zimanên Di Bin Xetere de" zimanê Kurdî ku yek ji zaravayê wê bi tunebûnê rû bi rû ye di nav pençika bişavtinê de ye. Li ser vê axê dixwazin zimanê Kurdî ku bi milyonan kes diaxive, bi teknolojiya ku pêş ve diçe, bi nepejirandina perwerdehiya ziman, bi zextên dewleta serwer û polîtîkayên bişavtinê  tune bikin.

Ziman; di navbera mirovan de ne tenê navgîna ragihandinê ye. Ji bo pêşvebirina çand û dîrokê jî navgîna herî girîng e. Ji ber vê yekê ye ku desthilatdar dema axa welatekî dagir dikin, ne tenê komkûjiya fizîkî di heman demê de komkûjiya çandî û dîrokî jî didin destpêkirin. Her gel baweriya xwe, çand û dîroka xwe bi zimanê xwe vediguhezîne pêşerojê. Ji ber vê yekê ye ku wek gelên cihnişîn zimanên cihnişîn jî her roj bi xetereya komkûjiyê re rû bi rû dimînin.  

Dema em li axa xwe dinihêrin, piştî têkçûna Osmaniyan û bi avakirina Komara nû, berî her tiştî pêşî zimanên gelan hatine qedexe kirin û ji xeynî zimanê Tirkî hemû ziman û çandên din wek xayîn hatine îlan kirin. Komara ku dixwest modela netew-dewletê pêk bîne di destpêkê de bi feraseta îttîhak terrakî û bi Teoriya Roj-Ziman xwest ku vê axê bike goristana çand, ziman û goristana gelan. Di wê demê de gelek ziman nehatin axaftin, hatin jibîrkirin û ji holê wenda bûn. Bi taybetî li bajarên Kurdan ji ber axaftina Kurdî cezayên pere dihatin dayîn. Li hember hemû zext û polîtîkayên bişavtinê her çiqas gelek ziman û gel ji navê wenda bûbin jî, gelê Kurd û zimanê Kurdî bi berxwedêrî xwe gihand hetanî îro. 

Berpirsiyariya herî mezin ya gel, parastina zimanekî ye. Heger gel zimanê xwe li mala xwe, li dibistanê, li sûkê, li saziyên dewletê hwd di hemû qadên jiyanê de bikarbîne wê demê ziman dê xwe nû bike û pêş ve biçe. Ji ber vê yekê divê em zimanê Kurdî di jiyana xwe de di hemû qadan de bikar bînin. Divê em piştgiriya saziyên ku xebatên li ser ziman dikin bikin û divê em ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê têbikoşin. Ji qada tenduristiyê bigre hetanî qada perwerdehiyê, di qada polîtîka û di qada civakî de divê em hemû xebatên xwe bi zimanê xwe yî zikmakî bimeşînin. Di vê pêvajoya ku xebatên yekîtiya netewî bi hêztir bûye de, divê em xwedî li zimanê xwe ku bingeha yekîtiya netewî ye derbikevin û yekîtiya xwe xurttir bikin.  

Li Komara Tirkiyeyê di qadên tenduristî û perwerdehiyê de di serî de bi zimanên İngilizî û Erebî û bi gelek zimanan xizmet tên dayîn. Lê mixabin bi Kurdî, ku bi milyonan mirov bi vî zimanî diaxivin, nayê dayîn. Zimanê Kurdî di serî de li meclîsê û di saziyên fermî yên dewletê de wek zimanekî nenas tê dîtin. Zext û pestên li ser zimanê Kurdî her ku diçe zêdetir dibe. Wekî gel em jî li hember hemû van zor û zehmetiyan, ji bo ku Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û jiyanê divê em têkoşîn bikin. Her wiha bi vê têkoşînê em dikarin li hember tecrîda ku li ser gelê Kurd tê meşandin bisekinin. Em bi jiyandina zimanê Kurdî dikarin dîroka gelê Kurd ber bi pêşerojê ve bibin û yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin. Bi vê bîr û baweriyê em 21ê Sibatê Roja Ziman ya Cîhanê li hember sepanên qedexeker wek roja têkoşînê dibînin û pîroz dikin. Em bang dikin hemû gelan ku li zimanê xwe yî zikmakî xwedî derbikevin, û em bang li deshilatdaran dikin ku li hember zimanê hemû gelan rêzdar bin.

Navenda Giştî Ya Partiya Herêmên Demokratîk”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst