Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye

21-02-2021
RÛDAW
Nîşan Roja Zimanê Dayîkê Kurdî 21ê Sibatê UNESCO Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ye.

21ê Sibatê ji aliyê UNESCOyê ve di 17 Mijdara 1999an de li cihanê weke Roja Zimanê Dayikê hatiye qebulkirin.

Ev roj her sal li seranserê cîhanê  bi çalakiyên pirrengî tê pîrozkirin. Armancên vê rojê balkişandina ser mafê perwerdehiya zimanê dayîkê, bilindkirina têgihiştinan ji bo civakeke pirçandî, bilindkirina toleransan li hember mirovên cihêreng.

Li gorî daneyên Netewên Yekbûyî li cîhanê bêhtirî 7 hezar ziman hene, metirsiya jinavçûnê li ser 500 zimanî heye.

Li gorî bendên mafên mirovan, xwendin bi zimanê dayikê mafê her kesî ye,

Li gorî amarên UNESCO, li cîhanê nêzikî ji sedî 40  ji mafê xwendinê bi zimanê dayikê bê par in.

Bêhtir ji 40 milyon kesî li cîhanê bi Zimanê Kurdî diaxivin lê ji ber asîmîlasyonê zimanê Kurdî jî di bin xeterê de ye.

Li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê mafê xwendinê bi zimanê dayik nîne.

Li Rojavayê Kurdistanê berî sala 2011 û destpêkirina kirîza Sûriyê, zimanê Kurdî qedexe bû û bi dehan kes li ser ziman hatine girtin û zindankirin lê piştî sala 2011an derfetên xelkê bo xwendina akademîk ya zimanê kurdî zêdetir bû.

Li dibistanên di bin destê rêveberiya xweser de xwendin û perwerdeyê  bi sê zimanan e, ew jî Kurdî, Erebî û Siryanî ne lê heya niha zimanê fermî yê belgeyan li cem Rêveberiya Xweser zimanê Erebî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst