DUHOK - Zêdetirî 20 xwendekarên biyanî fêrî Kurdî bûne

Duhok (Rûdaw) – Tevî ku hejmareke berbiçav ji xwendekarên seretayî bi awayekî rast zimanê Kurdî nizanin, li dibistaneke Duhokê zêdetirî 20 xwendekarên biyanî hene û fêrî zimanê Kurdî bûne.

 

Xwendekarekî bi navê Ehmed ku bi eslê xwe ji bajarê Qeyserî yê Tirkiyê ye û bi xwe Tirk e, li dibistaneke Duhokê perwerdeya bi zimanê Kurdî dibîne.

 

Ehmed dibêje: “Ez xelkê Tirkiyê me, ez Tirk im. Ez Kurdî jî gelek dizanim. Kurdistan gelek gelek xweş e. Ez gelek ji zimanê Kurdî hez dikim.”

 

Tevî ku hejmareke berbiçav ji xwendekarên seretayî bi awayekî rast zimanê Kurdî nizanin, li dibistaneke Duhokê zêdetirî 20 xwendekarên biyanî hene û fêrî zimanê Kurdî bûne.

 

Mamoste Hemdiye Eyûb ji Rûdawê re ragihand ku ji bilî Kurdan xwendekarên wan ên Tirk û Ereb jî hene û ew dikarin bi zimanê Kurdî biaxivin û bixwînin.

 

Li navenda Duhokê nêzîkî 100 xwendekarên biyanî hene. Herwiha hinek xwendekarên biyanî di jiyana rojane de ji bo pêwîstiyên wan ên girêdayî ziman, alîkariya malbatên xwe dikin.

 

Dayîka Ehmed dibêje ku dema hatiye Duhokê axaftina bi zimanê Kurdî nizanîbûye û piştî ku kurê wê Ehmed fêrî ziman bûye, li bazarê û li nexweşxaneyan Ehmed alîkariya wan kiriye.