Li Sîdekan mîneke PKKê bi Artêşa Tirkiyê de teqiya

Mêrgesor (Rûdaw) – Li sînorê Sîdekan ê Başûrê Kurdistanê mîneke PKKê bi hêzeke Artêşa Tirkiyê de teqiya û di encam de 2 leşker hatin kuştin. Piştî bûyerê Artêşa Tirkiyê sînorê Kanî Reşê topbaran kir.


Qeymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed derbarê bûyerê de agahî dan Tora Medyayî ya Rûdawê û got: “Gerîlayên PKKê li gundê Bermêze yê sînorê Sîdekan ku ligel Bakurê Kurdistanê hevsînor e, hejmarek mîn li ber Artêşa Tirkiyê danîbûn, diyar e yek ji wan mînan teqiya ye û li gor zanyariyên me jî leşkerek hatiye kuştin.”


Xefûr Ehmed, da zanîn ku piştî bûyerê Artêşa Tirkiyê navçeya Xanî Reşê ya sînorê Sîdekan topbaran kiriye lê ti zerareke canî negehiştiye xelkê deverê.


Lê li gor medya Tirkiyê, li Kanî Reşê du leşker hatine kuştin, yek birîndar bûye û Artêşa Tirkiyê jî dest bi operasyonê kiriye.


Ji sala 2015ê ve ku proseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê rawestiya û şer û pevçûnên navbera gerîlayên PKKê û Artêşa Tirkiyê dest pê kirine, topxane û firokeyên şer ên Tirkiyê bi hinceta hebûna bingeh û baregahên PKKê berdewam navçeyên sînor ên Başûrê Kurdistanê topbaran û bordûman dikin.