Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li ser êrîşa Qamişloyê daxuyanî da

Navenda Nûçeyan – Fermandariya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ragihand ku armanca ji teqîna 18ê Sibatê y li bajarê Qamişlo çêbû, kuştin û tirsandina xelkê sivîl bû.

 

Fermandariya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, derbarê teqîna Qamişloyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku teqîn li cihê niştecihbûna sivîlan çêbûye û ti navendên leşkerî li wir nebûn.

 

Daxwiyaniya Fermandariya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê wiha ye:

 

″Komên çete her dem êrîşî herêmên Rojava-Bakurê Sûriyê dikin û dixwazin ewlehiya herêmê têk bidin. Di vê çarçoveyê de 18ê Sibata 2018an wesayîteke komên çete ku berî demekê bombe kiribûn, li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê hat teqandin û di encaê de 4 sivîl şehîd bûn.

 

Wiha xwiya ye ku armanca vê teqînê, kuştin û tirsandina sivîlane, ji ber cihê wesayît lê hat teqandin navçeyaa niştecîhbûna sivîlan e û dûrî saziyên leşkerî û saziyên Rêveberiya Xweser e.

 

Piştî teqînê yekser aliyên berpirs dest bi lêpirsînan kirin û kesên wesayîta bombebarkirî derbasî bajarê Qamişlo kirine hatin şopandin û girtin. Ligel wan kesan lêpirsîn hat kirin û di encam de diyar bû ku kesên derveyî herêma Cizîrê amadekariya vê teqînê kirine. Dê di demên pêş de hurgiliyên vê yekê bi daxuyaniyekê bên zelalkirin.

 

Gelê me yê Rojava, em ê derbarê derbasbûna wesayîtan de tedbîrên zêdetir ên ewlekariyê werbigirin, da bûyerên bi vî rengî dubare nebin û sivîl nebin armanc.″


Roja 19ê Sibatê li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê, li taxa Xerbî, bi rêya otomobîlek bomberêkirî teqînek çêbû û di encam de 4 kesan canê xwe ji dest dabû.