Amed (Rûdaw) – Ji ber metirsiya şer û Rewşa Awarte, herwiha têkçûna proseya aşîtiye, li Bakurê Kurdistanê "Roja Zimanê Dayîkê" bi nîgeranî tê pêşwazîkirin.
Zarokên Amedî yên Koleja Dîcle Firatê perwerdeya zimanê dayikê dibînin, di hefteyê de 2 seet be jî bi kêfxweşiyeke mezin guh didine dersên Kurdî.
Ev dibasteneke teybet e û mafên van zarokan heye ku li ser daxwaza malbatên xwe, di dibistanê de 2 seet bi zimanê zikmakî dersê bistînin.
Zarokên xwendekar nêrînên xwe wiha tînin ziman:
Servan Duzgun: "Perwerdehiya Kurdî têra min nake ez dixwazim bêhtir bi Kurdî perwerde bibînim."
Mihrîban Akyol: "Navê min Mihrîban e û ez ji dibistana xwe û zimanê xwe pir hez dikim."
Hesen Firat Bîtkîn: "Zimanê dayîka min her wisa rûmeta jiyana min e û ez dixwazim perwerdehî zêdetir hebe."
Bawer Kaya: "Kurdî kêm e divê zêdebe."
Perwerdehî li gor yasayên Tirkiye'yê di dibistanên fermî yên dewletê de tenê di dibistanên navîn de û her wisa bi mercê destpêşxeriya rêveberiya wê dibistanê wek waneyên bijarde tên xwendin.
Lê wek pedagogên cîhanê, mamosteyên Kurdî jî dibêjin, perwerdehiya ziman ya herî baş di temenê di navbera 3 û 10 an de baş tê dayîn. Ew diyar dikin, eger dewlet dixwaze ku zarokên Kurdan fêrî zimanê xwe bibin bila perwerdehiya wan a Kurdî paşnexe û di dibistanên seretayî de vê perwerdehiyê bide.
Mamoste Leyla Eren di poleke biçûk de ji bo zarokên Amedî, dersê bi zimanê dayîka wan dide.
Leyla Eren dibêje: “Li Bajarê Amedê 54 kolej hene û mixabin tenê ev koleja ku ez tê de dixebitim perwerdehiya bi Kurdî dide. Bi fermî tenê 2 seet destûra perwerdehiyê heye û di dibistanên fermî yên seretayî de perwerde nîne. Mixabin di tayînkirina mamosteyan de jî pirsgirêk hene. Îsal tenê 3 mamoste ji bo Kurdî hatine peywîrdarkirin."
Di pêvajoya aşîtiyê de xebatên ji bo perwerdehiya Kurdî bi destê dewletê her diçû zêdetir dibû. Hikûmata Tirkiyeyê sozên xwe yên ji bo perwerdehiya Kurdî dabûn, bi başî bi cîh ne aniye. Ji lewra perwerdehiya Kurdî têra zarokên xwendekar nake.
Mikaîl Bulbûl jî yek ji wan mamosteyan e ku ew piştî xebata xwe ya akademîk a 7 salan ji karê xwe yê zankoyê hate avêtin.
Akademîsyenê berê yê Zankoya Artûklûyê Mikaîl Bulbul diyar dike: “Bêguman konjuktura sîyasî bandorê li ser xebatên ziman jî dike. Di proseya aşîtiyê de xebatên ziman û serbestî nivçe be jî hebû û sînerjîyeke baş di nav keç û xortên Kurdan de peyda bibû. Lê niha şer heye û bandorê li hemû Kurdan dike. Di rewşeke wiha de xebat û perwerdehî lawaz dibin an jî nayêne kirin. Ji ber ku dema dengên çek û teqeyan hebe dengên din nayêne sehkirin."
Ji bilî perwerdehiya Kurdî ya dibistanên zarokan, li Bakur niha di 7 enstîtu û bernameyên lîsansê de zanîngehên ku xebatên Kurdî dimeşînin, hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse