Li Urmiyê navên Kurdî tên qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Urmiyê rê nade şaredariyên bajarên Serdeşt û Şino bi Kurdî navên cade û cihên giştî li ser lewheyan binivîsin.


Encûmena Parêzgeha Urmiyê ya Rojihilatê Kurdistanê ji bo çavdêrîkirina navên bajar, cade û cihên giştî civiya. Mijara civînê diyarkirin û nivîsandina 310 navên cade û kolanên navçeyên Şino û Serdeştê bû.


Di civînê de ku qaymeqamên navçeyên Şino û Serdeştê jî amade bûn, biryar hat dayîn ku navê 236 kolan û cadeyên û 15 taxên navçeya Serdeştê  were guhertin û navê 74 kolan û 14 taxên nû yê navçeya Şino jî hatin danîn.


Cîgirê Parêzgarê Urmiyê Terqî Kehoriyan di civînê de got: “Gerek navên kesayetiyên îslamî, şehîdên Komara Îslamî ya Îranê û zanayên navçeyê li ser cihên giştî bên danîn.”


Terqî Kehoriyan herwiha anî ziman “ji bo parastina yekparçeya siyasî û kultûrî ya Îranê”, gerek navên wan cihan tenê bi Frasî bin. Kehoriyan bi wî awayî nivîsina Kurd red kir ku şaredariyan xwestibû navê hinek navnîşanan bi Kurdî bê nivîsandin.