TIRKIYE – Tenê 3 kes ji bo mamostatiya kurdî hatine tayînkirin

21-02-2017
EHMED EKAŞ
Nîşan Zimanê Kurdî Mamosta Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ji bo mamostatiya zimanan 4 hezar û 102 kes qebûl kirin lê di nav van de tenê 3 kes ji bo zimanê kurdî hatin pejirandin.

 

Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ji bo mamostatiya zimanên din 4 hezar û 102 mamoste destnîşan kir. Di nav van de tenê 3 kes ji bo kurdî hatine terxan kirin.

 

Li gor daxuyaniya wezaretê, serlêdanên mamostetiyê yên beşa ziman yên 2017an de, di nav 4 hezar û 102 mamosteyan de, 2 mamostatî ji bo beşa kurmancî û yek jî ji bo mamostetîya zazakî hat veqetandin.

 

Di serlêdana mamostatiya zimanên curbicur de ji aliyê Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ve 2 hezar û 193 kes ji bo beşa îngilîzî, hezar û 140 ji bo tirkî, 618 kes ji bo beşa ziman û edebiyata tirkî, 105 kes ji bo almanî, 43 kes ji bo erebî 3 mamoste ji bo zimanê kurdî hatine tayînkirin.

 

Hêjayê gotinê ye, ku di sala 1999an de Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî UNESCOyê 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî destnîşan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst