Nisêbîn - Gundê Xirabê Bava di bin dorpêça hêzên Tirkiyê de ye

22-02-2017
RÛDAW
Gundê Xirabê Bava di bin dorpêça hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de ye.
Gundê Xirabê Bava di bin dorpêça hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de ye.
Nîşan Bakurê Kurdistanê Nisêbîn Mêrdîn Gundê Xirabê Bava Hêzên Tirkiyê Dorpêç
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li gundê Xirabê Bava ya ser bi navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ve, ew 12 roj in ku qedexeya derketina derve heye û operasyoneke mezin hatiye destpêkirin. Herwiha gund ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatiye dorpêçkirin.

 

Ji Baroya Amedê şandeyek xwest biçe gundê Xirabê Bava, lê rastî astengiya leşkeran hat.

 

Yek ji endamên şandeyê û Rêvebera Baroya Amedê parêzer Nuşîn Uysal ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku gundiyên ku nexweş ketine û ji gund derketine, ji wan re gotine ku li gund 3 kes hatine kuştin, 40 kes desteserkirî ne û îşkence li wan hatiye kirin. 



Uysal herwiha destnîşan kir, li gorî gotinên şahidhalan, leşkeran jin û zarokên kurd tazî kirine û wisa li ser wan lêgerîn pêk anîne û hin xanî jî li gund hatine şewitandin.

 

Rêveberê Baroya Amedê, hiqûqnas Serhat Eren jî ku di şandeya parêzeran a ji bo çûna Gundê Xirabê Bava de cih digirt, li ser rewşa wî gundê navçeya Nisêbîn a Bakurê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, têkiliya Xirabê Bava bi hemû cîhanê re hatiye qutkirin.

 

Eren destnîşan ki,r ku ew ditirsin weke salên 90'î dîsa bi gundê Xirabê Bava re gundên kurdan bêne şewitandin û koçberiya bi darê zorê dest pê bike.

 

Serhat Eren ji Rûdawê re diyar kir, ku ew dê ji bo rakirina qedexeyê serî li Dadgeha Makezagonê bidin û eger ti encamekê jê wernegirin dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî bidin. 

 

Eren bal kişand li ser wê yekê ku li ser dorpêçkirina gundê Xirabê Bava û rewşa wî, ti dezgeh û saziyên fermî yên hikûmetê daxuyaniyekê nadin û helwesteke wan nîne. Eren, ew yek bi tiştek seyr bi nav kir.

 

Rêvebirê Baroya Amedê herwiha da zanîn, piştî rabûna dorpêçê, pêwîst e lêkolînê û pişkinînên hûr li gundê Xirabê Bava werin kirin.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst