Li Sûr a Amedê amadekariyên referandumê

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê zêdetirî 900 hezarî dengder hene û dê di 16'ê Nîsanê de ji bo giştpirsiya Serokomariya Tirkiyeyê deng bidin. Lê li 4 taxên Sûrê hê jî qedexe berdewam dike û 30 hezar kes ji Sûrê koçber bûne. Li van 4 taxan nêzîkî 10 hezar dengder hene û kes nizane dê wan dengderan çawa bibin ser sandoqan.

 

Navçeya Sûrê di bin bêdengiyeke mezin a piştî şerê nava bajêr de xwe ji giştpirsiya 16'ê Nîsanê ya serokomariya Tirkiyeyê re amade dike. Lê li Sûrê hê jî qedexeya li taxên Savaş, Cemal Yilmaz, Hasirli û Fatîhpaşayê berdewam dike. Ev her çar tax bi temamî hatine valakirin û nêzîkî 10 hezar dengderaên wan hene. 

 

Muxtarê Taxa Cemal Yilmaz Koçero Topdemîr û 2 muxtarên din ên taxên qedexekirî, ji ber ku cihên wan tune ye, li muxtariyeta Taxa Abdaldede karê xwe birêve dibin. Niha mijara cihê gengeşeyê bûye ev; gelo nêzîkî 10 hezar koçberên van taxan dê bikaribin bi hêsanî dengê xwe bi kar bînin û li ku deng bidin?

 

Muxtarê Taxa Cemal Yilmaz  Koçero Topdemîr li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî û ragihand: 25-30 hezar kes li navçeya Amedê û bajêr koçber bûn. Kesên li derveyî Sûrê werin en cihê nêz Melik Ahmet Anadolu Lisesi ye. Em ê dengê xwe li wir bi kar bînin. 

 

Muxtarê Taxa Savaşê Ehmed Şen bi qasî mixtarê din ne geşbîn e. Ew dibêje xelk ji ber koçberiyê ji canê xwe bêzar bûye û dê di giştpirsiyê de dengdana hilbijêrên wî ji sedî 50 bikeve.

 

Muxtarê Taxa Savaşê Ehmed Şen wiha ji Rûdawê re axivî: Ev 14 meh in herkes bi aliyekî ve çûne. heta îro jî kes zêde nehatiye li navê xwe û lîsteyan nenihêrtiye. Xelk bi bertek e. Bi texmîna min dê ji sedî 50 yan biçin ser sandoqan an jî neçin.

 

Beşek ji van taxên qedexekirî û vala, koçberî nava taxên asayî yên Sûrê bûne. Li gorî hin mixtarên van taxan jî dengdan dê weke salên berê bi awayeke asayî pêk bê û şer dê bandorekî mezin li encamên giştpirsiyê neke.

 

Muxtarê Taxa Ziya Gokalpê Muhsîn Sanay jî diyar kir: Berê di 31'ê 2016'an de milet çû deng da. Milet dê vê carê jî dengê xwe bide û tu problem dernakeve. 

 

Di dema şerê nava bajêr yên xendekan de li navçeya Sûrê çûn û hatin bi temamî hatibû qedexekirin û bi dehan hezar kes koçber bibûn. Piştî 8 mehan qedexe li gelek taxên Sûrê hatibûn rakirin lê qedexeya li 4 taxan ev 14 meh in hê jî berdewam dike.