FLAŞ - Barzanî û Hollande li Koşka Elyseeyê civiyan

Parîs (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo civîna ligel Serokomarê Fransayê François Hollande gihîşt koşka Elîzeyê (Elysee).

 

Berî demekê Mesûd Barzanî gihîşt Koşka Elîzeyê û ji aliyê Serokê Fransa François Hollande ve hat pêşwazîkirin.

 

Piştî merasîma pêşwaziyê, Barzanî û Hollande tevî şandên Kurdistanê û Fransayê derbasî Koşka Elîzeyê bûn û civîna navbera her du aliyan li pişt deriyên girtî û dûr ji çavên kamêrayan dest pê kir.

 

Peyamnêra Rûdawê li Parîsê Ala Şalî ragihand, Barzanî û Hollande di vê civînê de, li ser operasyona kontrolkirina Mûsilê û qonaxa piştî DAIŞê gotûbêjan dikin.

 

Ala Şalî herwiha got, li gorî zanyariyan Barzanî û Hollande herwiha di civînê de dê li ser mijara paşeroja Herêma Kurdistanê jî gotûbêjan bikin.