“Bajarokê Şedadê hîn bi temamî nehatiye azadkirin!”

21-02-2016
RÛDAW
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Hat zanîn ku bajarokê Şedadê yê Rojavayê Kurdistanê, hîn bi temamî ji destê DAIŞê nehatiye derxistin.

 

Hêzên Sûriya Demokrat (HSD), ku piraniya wan şervanên YPGê ne, çend roj berê ragihandibû ku wan bajarokê Şedadê yê girêdayî bajarê Hesekê bi temamî azad kirine.

 

Lê li gorî agahiyên ku ketine destê Rûdawê, şervanên HSDê li sê rexan ve dora Şedadê girtine û derbasî nav taxên derdora bajêr bûne.

 

Li gorî wan agahiyan, heta niha Şedadê bi temamî nehatiye azadkirin û hîn jî li nav bajêr û li ser rêya Şedadê û Reqayê şer heye lê 47 gundên Şedadê û bîra petrolê ya Cibse hatine kontrolkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst