HSD û YPG li başûrê Hesekê pêşde diçin

Heseke (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Demokratîk û YPGê li başûrê Hesekê pêşde diçin û tenê 3 kîlomitr mane, zeviyên petrolê yên Cibise kontrol bikin. Piştî kontrolkirina hemû navçeyên Şedadê, HSD dê xwe ji bo kontrolkirina Reqayê amade bikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pêşketinên xwe li başûrê Hesekê berdewam dikin, piştî ku bajarokê Şedadê yê başûrê Hesekê ku weke asêgeheke DAIŞê dihat naskirin, kontrol kirin.

Bajarokê Şedadê 70 kîlometran dikeve başûrê Hesekê û niha çavê Hêzên Sûriya Demokratîk li wê yekê ye ku tevahiya parêzgeha Hesekê ji destê DAIŞê derxin.

Fermandarekê HSDê Abdul Karim Alobeid dibêje: "Em zû pêş dikevin û çekdarên DAIŞê ji me direvin, di demeke nêzîk de dê Hêzên Sûriya Demokratîk daxuyaniyekê derbarê navçeyên rizgarkirî belav bike."

Bajarokê Şedadê ji bilî cihê wê yê stratejîk li ser rêya navbera Hesekê û Dêrezorê, navendeke abûrî ya girîng e ji ber ku zeviyên petrol û gazê yên Cibise nêzîkî wê ne.

Niha berê Hêzên Sûriya Demokratîk li wan zeviyan e û tenê 3 kîlometir li pêşiya wan mane heta wan zeviyan bi temamî kontrol bikin.

Şervanê bi navê Renas Hasakah jî wiha got: “Em biserdikevin û me ziyaneke mezin gihandiye DAIŞê, niha em di destpêka zeviyên petrolê yên Civisa ne ku tenê 3 kîlometran dûr in û bi kontrolkirina wan zeviyan emê bikaribin, riyên alîkariyê li ser DAIŞê qut bikin.”

Kontrolkirina Şedadê piştî 3 rojan ji destpêkirina operasyona Xezeba Xabûrê hat ku di 16ê sibatê de destpê kiribû û Bi kontrolkirina wî bajarokî, derbeyeke mezin a derûnî û aborî li DAIŞê ket, ji ber Şedadê weke navendeke bazirganî û abarî ya girîng ji DAIŞê re dihat naskirin.

Fermandarê bi navê Muneer Mohamed diayr kir: "Ev operasyoneke girîng e, ji ber ku gellek pêkhateyên Sûriyê li vê derê dijîn, herwiha DAIŞê ev der weke navendekê bo firotina endamên laşên mirovan bikar dianî, ji bilî firotina petrol û gaze."

Piştî ku Şedadê hat kontrolkirin, hejmarek ji xelkê wê vedigerin malên xwe û ji ber ku piraniya xelkê Şedadê ereb in, tê çaverêkirin ku encumek ji bo rêvebirina karûbarên wî bajarokî were avakirin, weke ku li Girê Spî çêbû, daku alozî navbera kurd û Ereban de li Cizîrê çênebin.