PDKS: Topbaranên Tirkiyê 'dagîrkerî' ye

Hewlêr (Rûdaw) – PDKS li hember topbarana herêmên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve helwest nîşan da û li dijî wê derket. PDKSê ragihand, topbaranên Tirkiyê dagîrkerî ye û daxwaza rawestandina êrişan kir.

 

Tevî nakokiyên siyasî di navbera hêz û partiyên kurd de li Rojavayê Kurdistanê, lê piştî topbarana deverên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê û bi taybet herêma Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve, hemî hêz û partiyên kurdî bi yek helwestê li dijî topbarna Turkiyê derdikevin.

 

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Ebdulrehman Apo bi rêya telefonê beşdarî bultena nûçeyan a Rojavayê Kurdistanê ya televizyona Rûdawê bû û got, ku ew topbarana Artêşa Turkiyê li ser Efrînê 'dagîrkerî' ye û ew topbarana Tirkiyê bi tundî şermezar dikin.

 

Ebdulrehman Apo got, ew dê li hemberî topbaranên Tirkiyê bo ser herêmên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê rawestin û qebûl nakin ku ew êriş berdewam bin.

 




Herwiha Partiya Demokrata Pêşvero ya Kurd li Sûriyê (PSPKS) dijatiya xwe li hember topbarana Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve nîşan da.


Endamê Komîteya Navendî ya PDPKS Meisûm Elî êrişên Tirkiyê bo ser herêmên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got, piştî têkçûna alîgirên Tirkiyê li derdora Efrînê, Tirkiye neçar bû destwerdanê bike û dest bi topbarana deverê û hêzên Kurdî bike.

 



Piştî pêşketina Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li akurê Helebê û derdora Ezazê, Tirkiye dest bi piştevanîkirina komên çekdarî yên Dijbereyê yên li herêmê kir û herwiha deverên derdora Ezazê û bakurê Helebê û Kantona Efrînê da ber topbaranê.

 

Nêrînek heye, ku dibêje bi pêşveçûna hêzên HSDê û YPGê li bakurê Helebê berjewendiyên Tirkiyê di Sûriyê de asteng dibin û roj bi roj rê li ber hêviyên wê tê girtin.

 

Herwiha ji aliyek din ve Berpirsê Tora Sûrî ya bo Karûbarên Sivîl Xoşnav Hemo got, Mafê YPGê heye ku di bin ala HSDê de deverên derdora Helebê û Efrînê kontrol bike.