Jan Dost: Dibe ku kanton nemînin lê perwerdeya kurdî dê bimîne

21-02-2016
RÛDAW
Han Dost
Han Dost
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskarê kurd Jan Dost derbarê pergala perwerdeya li Rojavayê Kurdistanê de got, dibe ku rojeke kantonên nemînin, lê perwerdeya wê dê bo Kurdan bimîne û ew piştgiriya perwerdeya kurdî ya her awayî dike.

Roman nivîsê ji bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê Jan Dost beşdarî bultena Rûdawê bû û bandora siyasî ya li ser perwerdeya Rojavayê Kurdistanê nirxand.

Jan Dost amaje kir ku li ser pergala perwerdeya kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê gelek nîqaş hatine kirin û got mixabin hinek siyaseta û îdeolojija partiyeke derbasî metodên perwerdeyê bûne û wê yekê bandorek nebaş li perwerdeya kiriye û herwiha ji ber wê sedemê gelek welatiyên zarokên xwe neşandine dibistanan.

Dost diyar kir ew ne li dijî perwerdeya kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê ye û got her çiqasî perwerdeya PKKê be jî ew yek nexem e ji bo wî û tişta girîng fêrbûna zimanê kurdî ye û gelek guvaş li ser zimanê kurdî hatine kirin û ji ber wê yekê jî divê bi her awayî piştgiriya perwerdeya kurdî bê kirin.




Berdewamiya axaftina xwe de Jan Dost anî ziman dibe ku rojeke kanton li Rojavayê Kurdistanê nemîne, lê ew bingehîn ji bo perwerdeya kurdî danîn dê ji bo Kurdan wek bingehekê bimîne.

Nivîskarê kurd herwiha destnîşan kir ku xortên kurd beyî ku biçin zanîngeh û dibistanan bi dizî û veşartî ferî zimanê xwe bûn û bi kurdî roman, şano û helbest nivîsandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst