Vîdyo – Dîmen û agahiyên nû li ser bajarokê Şedadê yê Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Şedadê yê Rojavayê Kurdistanê, ku roja 19ê vê mehê ji aliyê şervanên YPG-HSDê ve hatibû rizgarkirin, gellek bîrên petrolê hene.

Şedadê girêdayî parêzgeha Hesekê ye û 50 km dikeve başûrê wê. Bajarok li ser çemê Xabûrê ye û li derdora wê jî bi dehan gund û gundik hene. Di heman demê de dikeve ser sînorê bajarê Şengalê yê Başûrê Kurdistanê. Şedadê 47 km durî sînor e. Piraniya niştecihên Şedadê ereb in, ew jî zêdetirîn ji eşîra Cebûr in. Li gorî serjêmiriya sala 2004an hejmara şêniyên navenda Şedadê û gundewarên wê, 58 hezar e.

Derbarê dîroka wê de agahiyên cuda cuda hatine nivîsandin, lê xalên hevpar ew in ku ev herêm jî cihekî kevnar e. Li gorî hinek çavkaniyan, herêm di demên berê de yek ji wargehên Asurî-Suryaniyan bûye.

Yek ji girîngiyên bajarokê Şedadê cihê wê yê cografîk e. Ev herêm ji aliyê bakur û başûr ve Dêr El-Zor û Hesekê, ji aliyê rojhilat û rojava ve jî Reqa û Musilê bi hev ve girêdide. Lewre wekî cihekî stratejîk tê dîtin. Dîsa wekî sînorê başûr ê Kantona Cizîrê tê zanîn.

Herêm di warê aborî de jî dewlemend e. Li herêmê gellek bîrên neftê û navenda gazê heye. Piştî herêma Rimêlanê li herêma Cizîrê, duyemîn navenda mezin a neftê ye. Beriya aloziya li Sûriyê di şîrketa li vir de 6 hezar kesan kar dikirin. Lê gelê herêmê ji vê dewlemendiyê ti sûd wernedigirt û hemû berhemên wê ji aliyê rêjîmê ve dihatin veguhestin bo bajarên wekî Hums, Lazqiyê. Her wiha gellek çandinî jî lê tê kirin. Ji bo çandiniya avî jî, li ser Çemê Xabûrê bendavek hatiye çêkirin. Lê ji bendavê elektrîk jî tê bidestxistin.